Malper Navenda Medyayê Em girtina Şîrketa produksiyonê ya Kompanya Gizîngê Berbeyan qebûl nakin!
Navenda MedyayêDaxuyaniyên Çapemeniyê

Em girtina Şîrketa produksiyonê ya Kompanya Gizîngê Berbeyan qebûl nakin!

98

Şîrketa produksiyonê ya Kompanya Gizîngê Berbeyan ku li bajarê Silêmaniyê yê Herêma Kurdistana Federe kar dike, roja 31’ê Kanûnê roja dawî ya salê bi hevkariya hêzên ewlehiyê, hikûmeta navendî ya Iraqê, hikûmeta Herêma Kurdistanê û asayişa herêmê hat girtin. Bêyî ku tu raporek fermî yan raporek qanûnî bê pêşkêşkirin, hat girtin. Şîrketa produksiyonê ya ku 7 sal in li herêmê xebatên xwe dimeşîne û xebatkarên wê hemû jin in, bûye dengê jinên herêmê. Şîrketa produksiyonê ya ku ji bo JIN TV, yekemîn kanala televîzyona jinan bernameyan çêdike; Ji Hewlêrê heta Silêmaniyê, ji Kelar heta Dihokê û li gelek bajarên Rojhilatê Kurdistanê gihîşt jinan û eynika çarenûsa jinên bi şewitandinê hatibûn qetilkirin bû.

Hikûmeta Navendî ya Iraqê û Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi girtina şîrketa produksiyonê dixwazin rê li ber eşkerebûna rastiyê bigirin. Em wek MKG careke din piştgiriya xwe ji bo şîrketa produksiyona Kompanya Gizingê Berbeyan radigihînin û bang li rayedaran dikin ku di zûtirîn demê de ji vê biryarê gav paşde bavêjin. Hûn nikarin dengê rojnamegerên jin qut bikin. Têkoşîna me ya heqîqetê ji Gurbetellî heta Gulistanan, ji Denizan heta Hêroyan û heta Cîhanan dewam kir, dewam dike û wê bidome.

Komaleya Rojnamegerên Jin A Mezopotamyayê