Malper Navenda Medyayê Nuçe RAPORA MEHA ÎLONA SALA 2025’AN A BINPÊKIRINA MAFÊN JINÊN ROJNAMEGER
Nuçe

RAPORA MEHA ÎLONA SALA 2025’AN A BINPÊKIRINA MAFÊN JINÊN ROJNAMEGER

176
NIRXANDIN

Di meha Îlonê de zextên li ser rojnamevanên jin berdewam kirin. Rojnamevanên ku nûçeyan dişopînin û rastiyê ji raya giştî re radigihînin, hem ji ber pîşeya xwe û hem jî ji ber nasnameya xwe bûn hedef.

Rojnamevan dema ku li kolanan, li dadgehê, an jî di dema binçavkirinê de nûçeyan dişopînin, zext li wan tên kirin û tên astengkirin. Tevî vê yekê jî, ew di lêgerîna xwe ya rastiyê de israr dikin. Îro, rojnamegerî li Tirkiyeyê ne tenê pîşeyek e; ew bûye têkoşînek ji bo rastiyê.

Rojnamevan Heval Arslan, di meha Îlonê de li Belçîkayê hate binçavkirin, vê yekê jî nîşan da ku zextên li ser rojnamevanên jin ne tenê bi Tirkiyeyê ve sînordar in. Hedefgirtina rojnamevanên jin ên Kurd li Ewropayê nîşanek eşkere ya nerehetiya li hember hêza têkoşîna jinan ji bo çapemeniya azad e. Vê rewşê careke din girîngiya hevgirtina navneteweyî ya di navbera rojnamevanan de derxist holê.

Li gel zordariya dewletê, şîdeta mêran û sansurê, rojnamevan bi pênûsa xwe bi berdewamî li ber xwe didin. Ji bo wan, ragihandina nûçeyan ne tenê erk e; ew beşek ji lêgerîna wan a ji bo azadî û wekheviyê ye.

Di demên dawî de, girtina hesabên medyaya dîjîtal, sînordarkirinên gihîştinê û sansura dîjîtal wekî rêbazên nû ji bo bêdengkirina dengê rojnamevanan derketine holê. Lêbelê, jin, bi rêya hevgirtinê, li kolanan dengê xwe bilind dikin.Tevî hemû zextan, rojnamevan mafê raya giştî yê agahdariyê diparêzin û rastiyê radigihînin. Ji ber ku çapemeniya azad bi wêrekî û wijdanê ku ji pênûsa jinan tê afirandin li ser lingan disekine.

DANEYÊN ÎSTATÎKÎ YÊN BINPÊKIRINA MAFÊN JINÊN ROJNAMEGER ÊN MEHA ÎLONA SALA 2025’AN

1) BINPÊKIRINA MAFÊN EWLEHÎ Û MAFÊ JIYANÊ YA ROJNAMEGERAN

Yên êriş li wan hatine kirinRojnameger4
Weşan
Rojnamegerên hatine kuştin
Rojnemegerên bi ser mala wan de hatine girtin1
Rojnamegerên hatine binçavkirin
Rojnamegerên hatine girtin
Rojnamegerên ji bo îfadeyê gazî wan hatine kirin1
Rojnamegerên bi mûameleya ne baş rû bi rû mane
Rojnamegerên gef li wan hatine xwarin2
Rojnamegerên şopandina wan a nûçeyan hatiye astengkirin3
Binpêkirina mafên li girtîgehan

2) BINPÊKIRINA MAFÊN RAVEKIRIN Û RAMANÊ YA ROJNAMEGERAN

Rojnamegerên lêpirsîn li wan hatine vekirin5
Rojnamegerên doz li wan hatine vekirin3
Rojnamegerên hatine cezakirinHejmara Kesan
Cezayê girtîgehê
Cezayê pere
Rojnamegerên darizandina wan didominHejmara dosyayê8
Hejmara kesan17
Hejmara rojnamegerên girtî (Ji 4’ê Çileya 2023’yan heta niha )5

3) BINPÊKIRINA MAFÊN ABORÎ/CIVAKÎ YÊN ROJNAMEGERAN

Rojnamegerên dawî li karê wan hatine anîn
Rojnamegerên qerta wan a çapemeniyê hatine betalkirin

4) ASTENGKIRINA MECRAYÊN ÎNTERNET-MEDYAYA DÎJÎTAL

Sîteyên hatine girtin
Hesabê medyaya dîjîtal ên hatine girtin4
Platformên medyaya dîjîtal ên hatine astengkirin

LÎSTEYA ROJNAMEGERÊN GIRTÎ

1.Elif Ersoy – Berpirsa Karê Nivîsê ya Kovara Yururuş

2.Hatice Dûman – Mudura Karê Nivîsê û Xwediya Rojanameya Atilim

3.Ozden Kinik – Xebatkara TRT’yê

4.Perihan Erkilinç – Nûçegîhana Ozgur Gelecek

5.Songul Yucel – Gerînendeya Giştî ya Kovara Onsoz