Malper Navenda Medyayê Bangewazî Ji Çapemenî û Raya Giştî re
BangewazîNavenda MedyayêDaxuyaniyên Çapemeniyê

Ji Çapemenî û Raya Giştî re

31

Weke Komeleya Rojnamegerên Jin a Mezopotamyayê (MKG) em careke din ji bo hemû rojnamegerên ku bi awayekî derhiqûqî tên girtin, bi taybetî jî ji bo hevrêya xwe Eylem Babayîgît bang dikin: Rojnamegerî ne sûc e!

Di çarçoveya lêpirsîna li Stenbolê de rojnameger Necla Demîr, Rahîme Karvar, Ahmet Guneş, Welat Ekîn, Vedat Orûç û Reyhan Hacîoglû di 17’ê Çile de di serdegirtina malan de hatibûn binçavkirin. Piştre jî di 20’ê Çile de Necla Demîr, Rahîme Karvar, Ahmet Guneş, Welat Ekîn, Vedat Orûç û Reyhan Hacîoglû bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” hatin girtin. Eylem Babayîgît jî bi heman hincetê di 22’ê Çile de hat girtin û şandin Girtîgeha Jinan a Bakirkoyê.

Di çarçoveya lêpirsînê de Ahmet Guneş roja ku îdianameya wî hat amadekirin bi şertê kontrola edlî hat berdan. Lê belê rojên darizandina Eylem Babayîgît, Necla Demîr Arvas û Welat Ekîn hatin diyarkirin; Ji bo Reyhan Hacîoglû, Rahîme Karvar û Vedat Orûç jî biryara bêhiqûqiyê hat dayîn. Ev biryarên keyfî yên bê hiqûqê bûne sedema dirêjkirina dema girtina hevalên me.

Weke rojnameger em dizanin ku ew ji pênûsa me, dengê me û israra me ya nivîsandina rastiyê ditirsin. Dixwazin dengê jinan qut bikin û têkoşîna rojnamegerên jin bêdeng bikin. Lê em ji vir careke din diqîrin: Em li cem Eylem Babayîgît, Necla Demîr, Rahîme Karvar û hemû rojnamegeran in. Ji ber ku em dizanin ku; Çapemeniya azad nayê bêdengkirin, rojnameger nayên girtin! Em ê heta dawiyê azadiya çapemeniyê, mafê raya giştî ya agahdarkirinê û têkoşîna bi rûmet a hevrêyên xwe biparêzin.

Eylem Babayîgît dê 19’ê Adarê roja Çarşemê li 22’yemîn Dadgeha Cezayê Giran a Stenbolê derkeve pêşberî dadger. Weke MKG’ê em ji raya giştî re radigihînin ku em ê vê rûniştinê bişopînin.

Em careke din destnîşan dikin, rojnameger nayên darizandin, rojnamegerî ne sûc e, divê rojnamegerên girtî demildest bên berdan.

Ev bangawazî ji bo hemû raya giştî, di serî de rêxistinên jinan, rêxistinên pîşeyî, parêzer û parêzvanên mafên mirovan e. Werin em 19’ê Adarê roja Çarşemê li Edliyeya Stenbolê bin û piştgiriyê bidin hevkara xwe û hemû rojnamegerên girtî.

Komeleya Rojnamegerên Jin ên Mezopotamyayê (MKG)