Malper Navenda Medyayê Bangewazî JI ÇAPEMENÎ Û RAYA GIŞTÎ RE
BangewazîNavenda Medyayê

JI ÇAPEMENÎ Û RAYA GIŞTÎ RE

139

Xwepêşandan li seranserê welêt ji bo ronîkirina mirina gumanbar a Rojîn Kabaiş berdewam dikin. Ev salek e di dosyayê de tu pêşketin tune ye. Her wiha bêbersivmayîna bi dehan pirsan û xemsariya ji ber vê yekê, xwepêşandanan mezin dikin. Yek ji van xwepêşandanan niha li Zanîngeha Yuzuncu Yil a Wanê di roja xwe ya 12’an de ye.

Hevalên Rojînê ev 12 roj in ji bo li kampuseke bi ewle perwerdeyê bibînin û ji bo bersiva pirsên di hişê xwe de bigirin dixwazin Rektor Hamdullah Şevlî daxuyaniyekê bide. Lêbelê, Rektor Hamdullah Şevlî bi israr bêdengiya xwe ya salekê didomîne. Wekî endamên çapemeniyê, em li cihê bûyerê xwepêşandanan dişopînin, fikarên ewlehiya xwendekaran tînin ziman û di çarçoveya mafê agahdarkirinê yê raya giştî de erkên xwe bi cih tînin. Lê belê Rektorê Zanîngeha Yuzuncu Yil a Wanê Hamdullah Şevli dewsa peywira xwe ya eslî pêk bîne û kampusê bike cihekî ewle berovajî vê yekê ketina kampusê ya rojnamegeran asteng dike. Her wiha ji bo hesabên medyayê yên rojnamegeran û rojanameyan ên nûçeyan têkildarî Rojînê de parve dikin, bên astengkirin, talîmatan belav dike.

Bi van talîmatan hesabên X (Twitter) yên rojnameger Rûşen Takva û Kadir Cesûr her wiha yê Rojnameya Yenî Yaşamê hatin astengkirin. Her wiha parvekirinên rojnameger Adnan Bilen û Rojnameya Wan Expressê jî di heman çarçoveyê de hatin astengkirin. Ji ber nûçeya bi sernavê “Îdîaya Nehatiye Lêkolînkirin: Peywirdarê Ewlehiyê yê ku Reviya Derveyî Welêt” ku li ser mirina gumanbar a Rojîn Kabaiş hatibû amadekirin, Serdozgeriya Komarê ya Wanê li dijî rojnamevan Oznûr Deger bi tohmeta “belavkirina agahiyên şaş ênbi eşkereyî” lêpirsîn da destpêkirin. Dîlan Babat, ku heman nûçe li ser hesabê ajansa xwe parve kiribû, jî ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Wanê ve ji bo îfadeyê hat gazîkirin. Hîn çend hesabên welatiyan hatine astengkirin ne diyar e ! Em van talîmatên li derveyî hiqûqê nas nakin. Em ê peywira xwe ya ragihandina nûçeyên rast a ji raya giştî re dewam bikin. Em di vêya de israr dikin. Em ji Rektorê zanîngehê Hamdullah Şevli re dibêjin; dewsa ku çapemeniyê asteng dike û azadiya raman binpê dike bila peywira xwe ya eslî bi cih bîne. Bila ewlehiya xwendekaran bi cih bîne û kampusê veguherîne hêlîna zanistê.

Wek rojnamevan, em ê heta ku zimanê me dikare, pênûsên me dikarin û bêhna me têrê dike, binivîsin û lê bipirsin. Wek dengê civakê, em ê heta ku rastiya li ser Rojînê eşkere bibe, binivîsin, lêkolîn bikin û bipirsin.

Çapemeniya azad nayê bêdengkirin.

Şaxa Komeleya Rojnamegerên Jin a Mezopotamyayê a Wanê (MKG)

Komeleya Rojnamegeran a Dîcle Firatê (DFG)

Komeleya Medya û Mafê Mirovan (ÎHAMED)