Malper Navenda Medyayê Bangewazî Roja Rojnamegerên dixebitin: Em ê parastina hqîqetê bidomînin
BangewazîNavenda Medyayê

Roja Rojnamegerên dixebitin: Em ê parastina hqîqetê bidomînin

106

Em 10’ê Çile, Roja Rojnamegerên Dixebitin, di demeke ku rojnamegerî her ku diçe di bin zextê de ye, ragihandina nûçeyan wekî sûc tê hesibandin û nivîsandina rastiyê tê hedefgirtin, pîroz dikin. Bi taybetî rojnamevanên jin di heman demê de hem bi zextên pîşeyî û hem jî bi cudakariya li ser bingeha zayendî re têbikoşin.

Wekî Komeleya Rojnamegerên Jin ên Mezopotamyayê, em hemû rojnamegerên ku di her şert û mercî de li pey rastiyê ne silav dikin.

Îro, rojnamegerî bi binçavkirin, girtin, sansûr û mekanîzmayên sansûrê dorpêçkirî ye. Rojnameger ne tenê ji ber pênûsên xwe, di heman demê de ji ber ku ew jin in jî têne hedefgirtin; ew têne tehdîtkirin, bêrûmetkirin û rastî tundiyê tên. Tevî vê yekê, rojnameger li dijî pergala medyayê ya serdest a mêran zimanek rojnamegeriyê ya alternatîf û têgihîştinek exlaqî ava dikin.

Ji aliyekî din ve, rojnameger ku li herêmên şer û pevçûnan dixebitin, ji bo ragihandina rastiyê bi bedelên herî giran re rû bi rû dimînin. Rojnamegerên ku êrîş û rewşa mirovî di serî de li Kurdistan, Sûriyeyê û her wiha yên ku li Yemen, Filistîn, Sûdan û gelek herêmên din ên pevçûnê yên li çaraliyê cîhanê dixebitin, jiyana xwe dixin xetereyê da ku rastiyê bigirin bin qeydê. Li van herêman, rojnamevan dibin hedef, tên kuştin û birîndarkirin; mafê agahdariyê bi zanebûn tê desteserkirin.

Ji bo me, rojnamegerî tê wateya sekinandina li kêleka gel, ne li kêleka kesên desthilatdar; eşkerekirina tiştên nedîtî ku em bibin dengê kesên ku dengê wan tê qutkirin. Ev têkoşîn ku bi nêzîkatiyek rojnamegeriya li ser jinan, li ser bingeha mafan û aştiyê tê meşandin, ne tenê çalakiyek profesyonel e, lê di heman demê de berpirsiyariyek civakî ye jî.

Bi vê boneyê, em rojnamegerên ku di dema pêkanîna karê xwe de jiyana xwe ji dest dane bi rêzdarî bi bîr tînin û daxwaz dikin ku hemû rojnamegerên girtî, bi taybetî yên ku li deverên şer û pevçûnê dixebitin, tavilê werin berdan û hemû zextên li ser çapemenî û azadiya ramanê bi dawî bibin.

Em careke din dibêjin ku rastî nayê bêdengkirin û em Roja Rojnamegerên Dixebitin li hemû rojnamegeran pîroz dikin.

Komeleya Rojnamegerên Jin a Mezopotamyayê (MKG)