| NIRXANDIN | 
Xebatkarên Çapemeniya Azad ên mafê raya giştî yê agahdarkirinê diparêzin, careke din meha tîrmehê di korîdorên dadgehê de derbas kirin.
Hikûmeta AKP’ê hem gotinên ‘demokratîkbûnê’ dike hem jî zextên li ser çapemeniyê dewam dikin. Bi rastî, lêpirsîn û doz li dijî rojnamevanan li ser bingeha bîranîn û civînên çapemeniyê yên ku ew beşdar dibin, hîn jî têne vekirin.
Di meha tîrmehê de, rojnamevanek hate binçavkirin û ji bo îfadeyê bang li 3 rojnamegerên dinê hat kirin. Lêpirsîn li ser du rojnamevanan hate destpêkirin. Bîst û çar rojnamevan hîn jî di bin darizandinê de ne.
Di meha tîrmehê de, astengiyên li pêşiya azadiya raman û derbirînê berdewam kirin, rojnamevan Evrîm Denîz ji ber nûçeyek li ser girêdana çeteyan a bi şîrketeke madenê ya ku tê plankirin li Hesandina Pasûrê were çêkirin, ji bo îfadeyê gazî wê hat kirin. Ji ber nûçeyek li ser binpêkirinên mafên mirovan ên li dijî girtiyan, îşkenceya li jinên di bin çavan de û parvekirinên wê yên li ser medyaya dîjîtal ên li ser berxwedana karkeran, dozek nû li dijî edîtora Ajansa Nûçeyan a Etkînê, Pinar Gayip hat vekirin.
Lêpirsîn û dozvekirina li rojnamevanan tê wateya astengkirina çalakiyên rojnamegeriyê.
Hîn hesabê ji bo rojnamevan Cîhan Bîlgîn û Nazim Daştan ên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hatin qetilkirin nehatiye dayin, hempîşeyên wan ji ber beşdarbûna merasîma bîranîna rojnamevanan ji bo lêpirsînê gazî wan tê kirin. Wek MKG’ê, em dixwazin dubare bikin: Ne ji kesên ku hempîşeyên xwe bi bîr tînin û ji bo komkujiyê dixwazin hesab bê pirsîn, ji kesên ku rojnamevan kuştine, hesab bipirsin.
Doza ku wekî Doza Çapemeniya KCK tê zanîn, 13 sal in dewam dike. Bi vê re xebatkarên Ozgur Gundem û Azadiya Welat ên hatin girtin, xebatkarên Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê, Belavkariya Firatê hatin darizandin. 34’emîn doza vê rûniştinê di 17’ê Tîrmehê de hat dîtin. Doza Çapemeniyê ya KCK’ê ku 13 sal in rojnamevanan neçar dike ku di korîdorên dadgehan de herin û werin, dê wekî dozek şermê ya ji bo Tirkiyeyê di dîrokê de were nivîsandin.
Sansurê di tîrmehê de jî berdewam kir. Di 10’ê Tîrmeha 2025’an de, hesabê Instagramê yê ajansa bi zimanê Kurdî, Ajansa Welat bi hinceta binpêkirina rêziknameyan hate girtin.
Wek jinên rojnamevan, em ê têkoşîna xwe li dijî êrîşên li ser azadiya çapemenî, raman û derbirînê bidomînin. Em ê parastina rojnamevan û rojnamegeriyê bidomînin. Tevî vê hemû tarîtiyê, rojnamevan dê di dema karê xwe de rastiyê binivîsin. Em dubare dikin: Rojnamegerî nayê darizandin!
Komeleya Rojnamevanên Jin ên Mezopotamyayê (MKG)
| DANEYÊN RAPORA BINPÊKIRINA MAFÊN JINÊN ROJNAMEGER A MEHA TÎRMEHA 2025’AN | 
1)BINPÊKIRINA MAFÊN ROJNAMEGERAN A EWLEHÎ Û MAFÊ JIYANÊ
| Yên êriş li wan hatine kirin | Rojnameger | – | 
| Weşan | – | |
| Rojnamegerên hatine kuştin | – | |
| Rojnamegerên bi ser mala wan de hatine girtin | – | |
| Rojnamegerên hatine binçavkirin | 1 | |
| Rojnamegerên hatine girtin | – | |
| Rojnamegerên ji bo îfadeyê bang li wan hatine kirin | 3 | |
| Rojnamegerên bi mûameleya nebaş rû bi rû mane | 1 | |
| Rojnamegerên gef li wan hatine xwarin | – | |
| Rojnamegerên şopandina nûçeyên wan hatine astengkirin | 1 | |
| Binpêkirina mafên rojnamegeran a li girtîgehan | 4 | |
2) BINPÊKIRINA MAFÊN RAMANÊ YÊN LI DIJ ROJNAMEGERAN
| Rojnamegerên derbarê wan de lêpirsîn hatiye destpêkirin | 2 | |
| Rojnamegerên derbarê wan de doz hatine vekirin | 1 | |
| Rojnamegerên hatine cezakirin | Hejmara kesan | 2 | 
| Cezayê girtîgehê | 8 meh 10 roj | |
| Cezayê pere | 30.000 TL | |
| Rojnamegerên darizandina wan didomin | Hejmara dosyayan | 6 | 
| Hejmara kesan | 24 | |
| Hejmara rojnamegerên girtî (Ji 4 ‘ê Çileya 2023’yan heta niha ) | 5 | |
3) BINPÊKIRINA MAFÊN ABORÎ/CIVAKÎ YÊN ROJNAMEGERAN
| Rojnamegerên ji kar hatine avêtin | – | 
| Rojnamegerên qerta wan a çapemeniyê hatine betalkirin | – | 
4) BINPÊKIRINA MAFÊN MECRAYÊN ÎNTERNET-MEDYAYA DÎJÎTAL
| Sîteyên înternetê yên hatine girtin | – | 
| Hesabên medyaya dîjîtal ên hatine girtin | 2 | 
| Platformên medyaya dîjîtal ên hatine girtin | – | 
LÎSTEYA ROJNAMEGERÊN GIRTÎ
1.Elif Ersoy – Berpirsa Karê Nivîsê ya Kovara Yuruyuş
2.Hatice Duman – Gerînendeya Karê Nivîsê û Xwediya Rojnameya Atilimê
3.Ozden Kinik – Xebatkara TRT’yê ya berê
4.Perihan Erkilinç – Nûçegîhana Ozgur Gelecekê
5.Songul Yucel – Gerînendeya Weşanê ya Kovara Onsozê