Xelatên Rojnamegeriya Jinan a Gûrbetellî Ersoz, ku îsal me wekî Komeleya Rojnamegerên Jin a Mezopotamyayê (MKG) organîze kir, eşkere bûn. Xelat dê bi çalakiyekê di 8’ê Cotmehê de saet di 19:00’an de li Çand Amedê (Navenda Çand û Kongreyê ya Sezaî Karakoç), werin dayîn.
DI BEŞA NÛÇEYÊN KURDÎ DE ROJDA AYDIN Û DÎLAN BABAT XELAT GIRTIN
Merasîma nûçeyên jinan a li ser navê Gurbetellî tê lidarxistin li cîhanê yekem e. Ji bo jin di qada çapemenî-weşanê de gotinên xwe hîn zêde bikin, ji bo bêtir hebûna xwe nîşan bidin ev merasîm girîng e û gaveke dîrokî ye. Hebûna beşa nûçeyên Kurdî, hîn watedar e. Her serlêdanên ji bo beşa nûçeyên Kurdî pir bi nirx e. Di heman demê de naveroka van nûçeyana li ser têkoşîn, zehmetî û êşên jin û zarokan bû. Her nûçe bi awayekî cuda bi nirx bûn. Ji bo nivîsandina nûçeyan a bi zimanê dayikê girîng bûn. Di nava serlêdanên hatin kirin de nûçeya bi sernavê “Kiryarê ku destdirêjî li 12 zarokan kir, tiryakê ji ku peyda dike?” ya Rojda Aydin û Dîlan Babat ji aliyê juriyên Nûçeyên Kurdî Semîha Alankûş, Hatice Kamer û Hesna Muhammed ve, hêjayî xelata yekemîn hat dîtin. Rojda Aydin û Dîlan Babat di vê nûçeyê de bal birine ser têkoşîna jinekê, dayikekê ya derxistina holê ya destdirêjiya li hemberî zarokan.
XELATA DI BEŞA NÛÇEYÊN TIRKÎ DE ZEYNEP DÛRGÛT GIRT
Di beşa Nûçeyên Tirkî de, ji aliyê endamên lijneya juriyê Gultan Kişanak, Tugçe Tatarî, Pinar Ogunç û Pinar Ûral ve nûçeya, Zeynep Dûrgût a ji Ajansa Mezopotamyayê (MA) ya bi navê “Li Şirnexê şerê kaybet: “Çeteyek Fihûşê’ ya ku Çawişên Pispor jî di nav de ne” hêjayî xelata yekem hat dîtin. Juriyê diyar kir, “Zeynep Dûrgût ji ber nûçeyên xwe yên bi bandor, eşkerekirina polîtîkayên şerê taybet ên li dijî jinan û lêgerîna xwe ya bênavber a nûçeyan a tevî gefan, hêjayî xelata yekem hatiye dîtin.”
XELATA TAYBET A JURIYÊ DU JINÊN ROJNAMEGER GIRTIN
Di beşa Nûçeyên Tirkî de, juriyê “Xelata Taybet a Juriyê” da nûçeyên du jinên rojnamevanên. Endamên juriyê diyar kirin, “Yeşim Orûç ji bo dosyaya nûçeya xwe ya bi navê “Rastiyên ku nayên dîtin, bersûcên nayên dîtin” hêjayî Xelata Taybet a Juriyê hat dîtin. Yeşîm Orûç di vê dosyaya xwe ya nûçeyan de lêkolîna ka çima kuştinên jinan nayên astengkirin kiribû û ev yek kiribû rojeva raya giştî. Necla Demîr Arvas ji bo nûçeya xwe ya bi navê “Rojnamevanek girtî ruhê 8’ê Adarê rave dike” Xelata Taybet a Juriyê wergirt. Endamên juriyê diyar kirin,”Necla Demîr Arvas di vê nûçeya xwe de nîşan da ku jin di her şert û mercî de bi coş têkoşîna xwe didomînin û her wiha bi vê nûçeyê bal kişand ser rastiya rojnamevanên girtî.”
Nûçeya Yeşîm Orûç
DOSYA 1- https://jinnews.net/search/content/view/257771?page=1&key=e9f855842c5713ef49fe146bd0197a42
DOSYA 2-
https://jinnews.net/search/content/view/257823?page=1&key=e9f855842c5713ef49fe146bd0197a42
DOSYA 3-
https://jinnews.net/search/content/view/257885?page=1&key=e9f855842c5713ef49fe146bd0197a42
DOOSYA 4-
https://jinnews.net/search/content/view/258004?page=1&key=e9f855842c5713ef49fe146bd0197a42
DOSYA 5-
https://jinnews.net/search/content/view/257962?page=1&key=e9f855842c5713ef49fe146bd0197a42
Nûçeya Necla Demîr Arvas
https://jinnews.net/search/content/view/252893?page=1&key=b559f80a0ae77fde38e4b95b7ddb0a05
DI BEŞA NÛÇEYÊN VÎDEO-BI DÎMEN DE DERYA REN HÊJAYÎ XELATÊ HAT DÎTIN
Di beşa nûçeyên video-bi dîmen de, ku rojnamevan Nezahat Dogan, Halime Parlak û Heval Arslan wekî endamên juriyê kar dikirin, Derya Ren a ji JINNEWS’ê bi nûçeya xwe ya bi navê “Şîdeta dewletê ya bi dîmen a li Silopyayê” xelata yekem wergirt. Juriyê ev nirxandin li ser xelatê kir: “Nûçe şîdeta dewletê li Silopyayê bi rêya demean belge dike. Dîmen şîdeta bêhevseng, tevî kaşkirin û lêdanên cendermeyan radixîne pêş çavan. Dayikên Aştiyê dema ku nobeta ‘Ji şer re na, niha aştî’ dest pê kiribûn û xwestibûn pankartê vekin bi tundiyê rû bi rû mabûn. Derya Ren, bê ku kameraya xwe bigire, di bin şert û mercên dijwar û dorpêçkirinê de, erkên xwe yên rojnamegeriyê pêk anî da ku rastiyê bi her hûrguliyê wê ve ji raya giştî re ragihîne. Di dema êrîşê de, tevî Derya Ren rojnameger û siyasetmedar bi tevahî 22 kes hatin binçavkirin. Em hevkara xwe ya nûçegihana JINNEWS’ê Derya Ren pîroz dikin da ku bi tomarkirina dîmenê şîdetê ev bûyer di hafizayan de hişt.
https://www.jinnews.net/search/content/view/243082?page=1&key=ea02e34c167c164da84cffd7af619020
DI BEŞA WÊNEYAN DE FATOŞ SARIKAYA XELAT GIRT
Wêneyê bi navê “Hafizaya bêdawî” yê Fatoş Sarikaya ya ji Ajansa Nûçeyan a Pîr (PÎRHA) ji aliyê endamên lijneya juriyê Laura Domenech, Nişmiye Guler, Reyhan Hacioglu û Bêrîtan Canozer ve hêjayî xelatê hat dîtin. Juriyê ji bo wêneyê ku xelata yekem girt ev şîrove kir:”Wekî Juriya Wêneyan a yekem Xelatên Rojnamegeriya Jinan a Gûrbetellî Ersoz, em dixwazin ji hemî rojnamevanên ku beşdar bûn spas bikin. Em fêm dikin ku wêneyek dikare nivîsek berfireh di nava uwe de vehewîne û ew hem ji hêla teknîkî û hem jî ji hêla peyamê ve girîng e. Bi vê yekê, me hemî wêneyên hatibûn şandin, hem ji hêla teknîkî ve û hem jî ji hêla peyama wan ve, nîqaş kirin û bi yekdengî me xelata yekemîn da wêneyê bi navê “Bîra bêdawî” yê Fatoş Sarikaya.Wêne nîşan dide ku yek ji dosyayên herî êşdar ên vî welatî Komkujiya Sêwasê çawa ketiye ber demboriyê. Divê di sûcên li dijî mirovahiyê de demborî tune be. Bi vê wateyê ve girêdayî divê peywira rojnamegerekê ne tenê kişandina bûyerekê be di heman dem de nîşeyekê di dîrokê de bihêle û hafizayekê ava bike.”

XELATA TAYBET A JURIYÊ YA BEŞA WÊNEYAN SONAY ODUNGÎT, GIRT
Xelata Taybet a Juriyê ya Beşa Wêneyan bi wêneyê “Li taxan bi milyonan Aric” Sonay Odungirt, girt. Juriyê ev xelat ji bo teşwîqê da û ev nirxandin kir:”Wekî Juriya Wêneyan, em guncav dibînin ku Xelata Taybet a Juriyê bidin wêneyê hevala me ya rojnamevan a ciwan Sonay Odungit ê bi navê ‘Li taxan bi milyonan Aric’. Her çend dibe ku pirsgirêkên teknîkî di wêneyê de hebin jî, çîroka li pişt wê pir bandorker bû. Bi vê xelatê, em dixwazin wê teşwîq bikin ku hîn bêtir pêşde biçe. Em bawer dikin ku ev xelat dê di rêwîtiya wê de gaveke girîng a ber bi çav ve be.”

XELATA RÛMETÊ YA ROJNAMEGERIYA JINAN A GÛRBETELLÎ ERSOZ JI BO DAYIKÊN AŞTIYÊ HAT DAYIN
Em wekî MKG’ê Dayikên Aştiyê yên li Kurdistan û Tirkiyeyê tevî hemû zextan qet navber nedane têkoşîna xwe hêjayî Xelata Rûmetê ya Rojnamegeriya Jinan a Gûrbetellî Ersoz, dibînin û têkoşîna wan silav dikin.
KOMELEYA ROJNAMEGERÊN JIN AMEZOPOTAMYAYÊ (MKG)