Malper Rapor RAPORA BINPÊKIRINA MAFÊN JINÊN ROJNAMEGER A MEHA GULANÊ
RaporRaporên MehaneNavenda Medyayê

RAPORA BINPÊKIRINA MAFÊN JINÊN ROJNAMEGER A MEHA GULANÊ

98

NÎŞE: Daneyên di raporê de cihê xwe digirin li gor agahî, belge û raporên; Ajansa Mezopotamyayê, DFG, JINNEWS, Bianet, Evrensel, MLSA Turkey, expressioninterrupted.com, ifade.org.tr @engelliweb, freewebturkey.com, hatine berhevkirin. Dane dikarin guherbarbin jî.

-Hejmarên bi lêkolîna komeleya me hatine bidestxistin hejmarên herî kêm rave dikin, dane dikare hîn zêde bin jî.

-Hejmara jinên di girtîgehan de yên di raporê de cih digirin nayê wê wateyê ku ev rojnameger di girtîgehan de bin, dikare hatibin girtin û dawiyê hatibin berdan jî.

Di meha gulanê de, rojnamevan bi zext, sansur û destdirêjiya dadwerî rû bi rû man.

Di tevahiya meha gulanê de, binpêkirinên mafên mirovan ên li dijî rojnamevanan eşkere kir ku zext li ser azadiya çapemeniyê ne tenê bi rêya pêvajoyên dadwerî, lê di heman demê de bi destwerdanên li qadê û pratîkên sansura dîjîtal jî dewam kir. Rojnamevan ji şopandina nûçeyan hatin astengkirin, gef li wan hat xwarin, hatin binçavkirin û girtin. Destwerdanên li hember rûniştin û bûyerên civakî yên ji bo mafê agahdarkirinê yê raya giştî girîng in, rasterast mafê wergirtina nûçeyan hedef girtin.

Vê mehê, rastiya rojnamevan ji ber çalakiyên xwe yên çêkirina nûçeyan bi lêpirsîn û pêvajoyên qanûnî rû bi rû mane, fikarên ku rojnamegerî tê sûcdarkirin xurtir kiriye. Lêpirsîn û dozên berdewam ên li ser nûçeyan, parvekirina nûçeyan û çalakiyên rojnamegeriyê nîşan didin ku zexta berdewam li ser azadiya derbirînê û çapemeniyê heye.

Mijareke din a girîng di meha gulanê de hedefgirtina rasterast a rojnamevanan a li qadê bû. Astengkirina rojnamevanan a ji kişandina wêneyan a di dema şopandina nûçeyan de, sînordarkirina ketina wan a dadgehê û gefxwarina li dijî rojnamevanan şert û mercên xebata çapemeniyê, ku roleke çavdêriya giştî dilîze, hîn aloztir kir. Astengkirina rojnamevanan a ji pêkanîna erkên xwe ne tenê destwerdanek li xebatkarên çapemeniyê, lê di heman demê de destwerdanek li mafê raya giştî yê agahdarkirinê jî bû.

Ji aliyekî din ve, pêkanînên sansurê yên ku qada medyaya dîjîtal hedef digirin jî kûrtir bûne. Astengkirinên gihîştina malper, naveroka nûçeyan û hesabên medyaya dîjîtal dîtbarîya rojnamegeriya rexnegir û serbixwe sînordar kiriye, di heman demê de rê li ber gihîştina raya giştî ya ji çavkaniyên cihêreng ên agahdariyê jî girtiye. Bi taybetî girtina hesabên dîjîtal ên aîdî rêxistinên çapemeniyê, asta sansurê eşkere kiriye.

Wêneyê ku di meha gulanê de derket holê nîşan dide ku zextên li ser rojnamevanan êdî ji bûyerên tekane dûr ketine û xwedî karekterek piralî û sîstematîk bûne. Ji bo ku rojnamevan bikaribin di şert û mercên azad û ewle de bixebitin, ji bo ku mafê raya giştî yê agahdariyê were parastin û ji bo ku azadiya çapemeniyê were misogerkirin, divê ev binpêkirin bi dawî bibin.

Komeleya Rojnamegerên Jin a Mezopotamyayê (MKG)

Gulana 2026’an  

  1. DANEYÊN ÎSTATÎK ÊN RAPORA BINPÊKIRINA MAFÊN JINÊN ROJNAMEGER A SALA 2026’AN
Rojnamegerên êriş li wan hatine kirin  Rojnameger2
Weşan–
Rojnamegerên hatin kuştin–
Rojnamegerên bi ser mala wan de hat girtin 
Rojnamegerên hatin binçavkirin1
Rojnamegerên ji bo îfadeyê bang li wan hat kirin 
Rojnamegerên hatin girtin1
Rojnamegerên bi muameleya ne baş rû bi rû man 
Rojnamegerên gef li wan hat xwarin1
Rojnamegerên şopandina nûçeyan wan hatin astengkirin3
Binpêkirina mafên rojnamegeran ên li girtîgehan 
  • BINPÊKIRINA MAFÊN RAMAN Û AZADIYA RAMANÊ YA ROJNAMEGERAN
Rojnamegerên derbarê wan de lêpirsîn hat destpêkirin2
Rojnamegerên derbarê wan de doz hat vekirin 
Rojnamegerên hatin cezakirinHejmara Kesan1
Cezayê hepsê4 sal 2 meh
Cezayê pere35 hezar û 400
Rojnamegerên darizandina wan didominHejmara dosyayê6
Hejmara kesan9
Hejmara rojnamegrên girtî (Ji 4’ê Çileya 2023’yan heta niha)6

3) BINPÊKIRINA MAFÊN ABORÎ/CIVAKÎ YA JINÊN ROJNAMEGER

Rojnamegerên karê wan hatin bidawîkirin5
Rojnamegerên qertên wan ên çapemeniyê hatin betalkirin–

4) ASTENGIYÊN LI SER ÎNTERNET/MEDYAYA DÎJÎTAL

Sîteyên hatine girtin 
Hesabên medyaya dîjîtal ên hatine girtin 
Naveroka medyaya civakî ya hatiye astengkirin 9
 
  

LÎSTEYA ROJNAMEGERÊN GIRTÎ

1.Elif Bayburt – Nûçegîhana Ajansa Nûçeyan a Etkînê (ETHA)

2.Hatice Duman – Mudura Karê Nivîsê û Xwediya Rojnameya Atilimê

3.Nadiye Gurbuz – Edîtora Ajansa Nûçeyan a Etkinê (ETHA)

4.Ozden Kinik – Xebatkara TRT’yê

5.Pinar Gayip – Edîtora Ajansa Nûçeyan a Etkînê (ETHA)

6)Yelis Ayaz – Xwediyê Sîteya Înternetê ya Aydinpostê