NÎŞE: Daneyên di raporê de cihê xwe digirin li gor agahî, belge û raporên; Ajansa Mezopotamyayê, DFG, JINNEWS, Bianet, Evrensel, MLSA Turkey, expressioninterrupted.com, ifade.org.tr @engelliweb, freewebturkey.com, hatine berhevkirin. Dane dikarin guherbarbin jî.
-Hejmarên bi lêkolîna komeleya me hatine bidestxistin hejmarên herî kêm rave dikin, dane dikare hîn zêde bin jî.
-Hejmara jinên di girtîgehan de yên di raporê de cih digirin nayê wê wateyê ku ev rojnameger di girtîgehan de bin, dikare hatibin girtin û dawiyê hatibin berdan jî.
Di meha adarê de binpêkirina mafên rojnamegeran dewam kir
Di tevahiya meha adarê de, binpêkirinên li dijî rojnamevan û çalakiyên rojnamegeriyê careke din zextên berdewam ên li ser azadiya çapemeniyê eşkere kirin. Binçavkirin, gef, lêpirsîn, doz, astengkirinên li dadgehê, destwerdanên polîsan ên li qadê, her wiha sansura dîjîtal nîşan dan ku çalakiyên pîşeyî yên rojnamevanan bi zextên piralî rû bi rû dimînin.
Binpêkirinên di meha adarê de nîşan dan ku rojnamegerî her ku diçe ne wekî mafê agahdarkirina raya giştî, lê wekî qadeke destwerdana dadwerî û îdarî tê dîtin. Ragihandina nûçeyan, şopandina pêşketinên civakî, ragihandina daxuyaniyên çapemeniyê û parvekirina agahiyên ji qadê vê mehê jî bû hedef. Ev hedefgirtin jî rasterast mafê agahdarkirina raya giştî têk dibe.
Sînordarkirinên li ser rojnamevanan, bi taybetî li eywanên dadgehê, destwerdanên polîsan ên li qadê û sînordarkirinên gihîştina platformên dîjîtal, nîşan didin ku zexta li ser çapemeniyê ne tenê bi qadekê tenê ve sînordar e, lê bi awayên hevdu temam dikin, dewam dike. Van binpêkirinên ku rojnamevanên jin hedef digirin, şert û mercên xebatê bêtir nebaş kirine, cîhê çapemeniya rexnegir û azad teng dike.
Rewşa ku di meha adarê de derket holê nîşan dide ku zextên li ser rojnamevanan ne bûyerek bi tena serê xwe ye, lê belê siyasetek berdewam e. Ji bo ku rojnamevan bikaribin bi azadî, ewlehî û di şert û mercên wekhev de bixebitin, pir girîng e ku ev binpêkirin werin dîtin, werin belgekirin û têkoşîna kolektîf a ji bo parastina azadiya çapemeniyê were berfirehkirin.
- DANEYÊN ÎSTATÎK ÊN RAPORA BINPÊKIRINA MAFÊN JINÊN ROJNAMEGER A SALA 2026’AN
| Rojnamegerên êriş li wan hatine kirin | Rojnameger | – |
| Weşan | – | |
| Rojnamegerên hatin kuştin | – | |
| Rojnamegerên bi ser mala wan de hat girtin | ||
| Rojnamegerên hatin binçavkirin | 1 | |
| Rojnamegerên ji bo îfadeyê bang li wan hat kirin | ||
| Rojnamegerên hatin girtin | ||
| Rojnamegerên bi muameleya ne baş rû bi rû man | ||
| Rojnamegerên gef li wan hat xwarin | 1 | |
| Rojnamegerên şopandina nûçeyan wan hatin astengkirin | ||
| Binpêkirina mafên rojnamegeran ên li girtîgehan | ||
- BINPÊKIRINA MAFÊN RAMAN Û AZADIYA RAMANÊ YA ROJNAMEGERAN
| Rojnamegerên derbarê wan de lêpirsîn hat destpêkirin | 2 | |
| Rojnamegerên derbarê wan de doz hat vekirin | 2 | |
| Rojnamegerên hatin cezakirin | Hejmara Kesan | 2 |
| Cezayê hepsê | 3 sal û 9 meh | |
| Cezayê pere | ||
| Rojnamegerên darizandina wan didomin | Hejmara dosyayê | |
| Hejmara kesan | 7 | |
| Hejmara rojnamegrên girtî (Ji 4’ê Çileya 2023’yan heta niha) | 5 | |
3) BINPÊKIRINA MAFÊN ABORÎ/CIVAKÎ YA JINÊN ROJNAMEGER
| Rojnamegerên karê wan hatin bidawîkirin | – |
| Rojnamegerên qertên wan ên çapemeniyê hatin betalkirin | – |
4) ASTENGIYÊN LI SER ÎNTERNET/MEDYAYA DÎJÎTAL
| Sîteyên hatine girtin | 1 |
| Hesabên medyaya dîjîtal ên hatine girtin | 41 |
| Naveroka medyaya civakî ya hatiye astengkirin | 13 |
LÎSTEYA ROJNAMEGERÊN GIRTÎ
1.Elif Bayburt – Nûçegîhana Ajansa Nûçeyan a Etkînê (ETHA)
2.Hatice Duman – Mudura Karê Nivîsê û Xwediya Rojnameya Atilimê
3.Nadiye Gurbuz – Edîtora Ajansa Nûçeyan a Etkinê (ETHA)
4.Ozden Kinik – Xebatkara TRT’yê
5.Pinar Gayip – Edîtora Ajansa Nûçeyan a Etkînê (ETHA)