Malper Rapor RAPORA BINPÊKIRINA MAFÊN JINÊN ROJNAMEGER A MEHA TEBAXÊ
RaporRaporên Mehane

RAPORA BINPÊKIRINA MAFÊN JINÊN ROJNAMEGER A MEHA TEBAXÊ

39

NÎŞE: Daneyên di raporê de cihê xwe digirin li gor agahî, belge û raporên; Ajansa Mezopotamyayê, DFG, JINNEWS, Bianet, Evrensel, MLSA Turkey, expressioninterrupted.com, ifade.org.tr @engelliweb, freewebturkey.com, hatine berhevkirin. Dane dikarin guherbarbin jî.

-Hejmarên bi lêkolîna komeleya me hatine bidestxistin hejmarên herî kêm rave dikin, dane dikare hîn zêde bin jî.

-Hejmara jinên di girtîgehan de yên di raporê de cih digirin nayê wê wateyê ku ev rojnameger di girtîgehan de bin, dikare hatibin girtin û dawiyê hatibin berdan jî.

NIRXANDIN

Di meha tebaxê de, zextên li ser rojnamevanan berdewam kir. Rojnamevanên nûçe ragihandin û li dû rastiyê bûn, hatin lêpirsînkirin, binçavkirin, girtin û hatin sansurkirin. Îktidarê bi awayên cûrbecûr zextên xwe li ser çapemeniyê berdewam kir. Çarçoveya karê rojnamevanan teng bû û astengî li pêşiya gihîştina nûçeyan a ji bo raya giştî hatin danîn.

Di salên dawî de, ji bo rojnamevanan hema bêje bûye tiştekî asayî, ji ber nûçeyên ku ew radigihînin, xwe di dadgehê de bibînin. Nûçeyek, hevpeyvînek, an jî parvekirinek medyaya dîjîtal dikare wekî bingehek ji bo lêpirsînekê were bikaranîn. Rojnamevanên rastiyê lêkolîn dikin di bin zextê de ne û eşkerekirina hin bûyeran a ji raya giştî re jî ji aliyê îktidarê ve nayê xwestin. Rojnamevanên ku polîtîkayên îktidarê rexne dikin, binpêkirinên mafên mirovan eşkere dikin û bênavber bûyerên di rojeva giştî de dişopînin, pir caran bi vê zextê re rû bi rû dimînin.

Sansur niha di qada dîjîtal de jî bûye pratîkek rojane. Nûçe tên astengkirin, hesabên medyaya dîjîtal ên rojnamevan û rêxistinên medyayê nayên dîtin an jî tên girtin. Hesabek tê girtin, yekî din tê vekirin; nûçeyek tê astengkirin, rojnamevan hewl didin ku wê çîrokê bi rêyên din bigihînin gel. Tiştê di tebaxê de qewimî nîşan da astengiyên nû bi berdewamî li pêşiya vê biryardariyê têne danîn.

Ji bo rojnamevanan, têkoşîn du alî ye. Ji aliyekî ve, ew bi zexteke giştî ya li ser çapemeniyê re rû bi rû dimînin û ji aliyê din ve, ew li dijî pergala serdest a mêran ku dengê jinan bi paş dixin, têdikoşin. Ji ber vê yekê nivîsandina li ser tundûtûjiya li dijî jinan, mirinên gumanbar, polîtîkayên bêcezatiyê, binpêkirina mafan û têkoşîna jinan pir girîng e. Her nûçeyek a ezmûnên jinan eşkere dike, rastiyek din jî eşkere dike ku hewl tê dayîn were veşartin.

Zextên li ser çapemeniyê ne tiştekî nû ne. Bi salan e rojnamevan tên binçavkirin, girtin, dezgehên medyayê tên girtin û nûçe tên sansurkirin. Lê tevî van hemû zextan jî, rojnamevan berdewam dikin ku rastiyê binivîsin, dîmenê rastiyê bigirin û belge bikin. Ji ber ku di bingeha rojnamegeriyê de dîtina tiştên îktidar naxwaze bibîne heye. Her wiha di vê bingehê de tiştên îktidar naxwaze bê bihîstin rojnameger dibihîse û dide bihîstin. Her wiha li ser vê esasê rojnameger dev ji rastiyê bernadin.

Wek Komeleya Rojnamegerên Jin a Mezopotamyayê (MKG), em ê dengê jinan bilind bikin, binpêkirinên mafên mirovan eşkere bikin û li dû rastiyê biçin. Em ê li hember zilm û sansurê bêdeng nemînin û em ê di xebatên xwe yên rojnamegeriyê de israr bikin.

Komeleya Rojnamegerên Jin a Mezopotamyayê (MKG)

Tebaxa 2026’an

  1. DANEYÊN ÎSTATÎK ÊN RAPORA BINPÊKIRINA MAFÊN JINÊN ROJNAMEGER A SALA 2026’AN
Rojnamegerên êriş li wan hatine kirin  Rojnameger 
Weşan 
Rojnamegerên hatin kuştin 
Rojnamegerên bi ser mala wan de hat girtin 
Rojnamegerên hatin binçavkirin2
Rojnamegerên ji bo îfadeyê bang li wan hat kirin1
Rojnamegerên hatin girtin1
Rojnamegerên bi muameleya ne baş rû bi rû man 
Rojnamegerên gef li wan hat xwarin 
Rojnamegerên şopandina nûçeyan wan hatin astengkirin 
Binpêkirina mafên rojnamegeran ên li girtîgehan 
  • BINPÊKIRINA MAFÊN RAMAN Û AZADIYA RAMANÊ YA ROJNAMEGERAN
Rojnamegerên derbarê wan de lêpirsîn hat destpêkirin1
Rojnamegerên derbarê wan de doz hat vekirin 
Rojnamegerên hatin cezakirinHejmara Kesan 
Cezayê hepsê 
Cezayê pere 
Rojnamegerên darizandina wan didominHejmara dosyayê 
Hejmara kesan1
Hejmara rojnamegrên girtî (Ji 1’ê Tebaxa 2026’an heta niha)9

3) BINPÊKIRINA MAFÊN ABORÎ/CIVAKÎ YA JINÊN ROJNAMEGER

Rojnamegerên karê wan hatin bidawîkirin–
Rojnamegerên qertên wan ên çapemeniyê hatin betalkirin–

4) ASTENGIYÊN LI SER ÎNTERNET/MEDYAYA DÎJÎTAL

Sîteyên hatine girtin 
Hesabên medyaya dîjîtal ên hatine girtin1
Naveroka medyaya civakî ya hatiye astengkirin 
Platfromên Medyaya Dîjîtal ên Hatine Astengkirin28
Naverok an Nûçeyên Hatine Astengkirin1

LÎSTEYA ROJNAMEGERÊN GIRTÎ

1.Elif Bayburt – Nûçegîhana Ajansa Nûçeyan a Etkînê (ETHA)

2.Hatice Duman – Mudura Karê Nivîsê û Xwediya Rojnameya Atilimê

3.Nadiye Gurbuz – Edîtora Ajansa Nûçeyan a Etkinê (ETHA)

4.Ozden Kinik – Xebatkara TRT’yê

5.Pinar Gayip – Edîtora Ajansa Nûçeyan a Etkînê (ETHA)

6-Yelis Ayaz – Xwediya Sîteya Înternetê ya Aydinpostê

7-Songul Yucel – Derhênera Weşana Giştî ya Kovara Onsozê

8-Fatma Sibel Gurcihan – Rojnameger

9-Îrem Delice  – Nûçegîhana Rojnameya Dengeyê ya Aydinê