Malper Rapor Raporên Mehane RAPORA BINPÊKIRINA MAFÊN JINÊN ROJNAMEGER A MEHA SIBATÊ
Raporên Mehane

RAPORA BINPÊKIRINA MAFÊN JINÊN ROJNAMEGER A MEHA SIBATÊ

82

Zext û sansûr li ser rojnamevanan kûrtir dibe: Rojnamegerî ne sûc e

“Rapora Sibata 2026’an a li ser Binpêkirinên Mafên Jinên Rojnameger ” ku ji hêla Komeleya Rojnamegerên Jin a Mezopotamyayê (MKG) ve hatiye amadekirin, nîşan dide ku mafê rojnamevanên jin ên ragihandina nûçeyan û mafê raya giştî yê wergirtina agahdariyê bi awayekî sîstematîk têne hedefgirtin.

Di tevahiya meha sibatê de, bi ser malên rojnamegeran de hate girtin, rojnameger hatin girtin, êrîşên fizîkî li wan hatin kirin, hatin astengkirin û muameleya xerab li qadê li wan hat kirin. Her wiha rojnameger bi sînordarkirina gihîştinê ya di qada dîjîtal de rû bi rû man. Berpirsiyariya giştî ya rojnamegeriyê bi polîtîkayên ewlehî-navendî û atmosferek bêcezatiyê hat tepeserkirin, rojnamevan bi awayên piralî, hem ji ber çalakiyên xwe yên pîşeyî û hem jî ji ber nasnameya xwe ya wekî jin, hatin hedefgirtin.

Di vê pêvajoyê de, operasyonên ku saziyên çapemeniyê yên muxalîf û serbixwe hedef digirin, astengkirina ragihandina nûçeyan a fiîlî, krîmînalîzekirina cihên karê rojnamevanan û sînordarkirina dîtinê li ser platformên dîjîtal ne tenê êrîşek li ser rojnamevanan e, lê di heman demê de destwerdanek li mafê raya giştî yê gihîştina rastiyê ye. Ev pêkanînên ku armanc dikin dîtin û dengê rojnamevanên jin tepeser bikin, qada giştî ya demokratîk teng dikin û girêdana bi rastiyê re dijwartir dikin.

Em wekî MKG’ê careke din tekez dikin ku rojnamegerî ne sûc e. Şopandina nûçeyan, kişandina wêneyan, veguhestina agahiyan ji bo berjewendiya giştî, belgekirina tiştên ku di qadê de diqewimin û eşkerekirina wan beşên girîng ên azadiya ramanê û azadiya çapemeniyê ne. Armancgirtina rojnamevanên jin binpêkirineke giran a mafan e di warê hemwelatîbûna wekhev, azadiya ramanê û prensîbên civaka demokratîk de.

Banga me;

*Divê dawî li girtin, îşkence û desteserkirina rojnamevanan were.

*Divê destwerdanên hêzên ewlehiyê û muameleya xirab ku rê li ber karê rojnamevanan a di qadê de digirin bi bandor werin lêkolînkirin; divê sûcdar bi bêcezatiyê neyên parastin.

*Divê pratîkên sansura dîjîtal tavilê bi dawî bibin; divê sînorkirinên gihîştina naveroka nûçeyan û hesabên medyayê werin rakirin da ku azadiya derbirînê were misogerkirin.

*Divê hemû sînordarkirinên li ser azadiya çapemeniyê û xweîfadekirinê li gorî pîvanên navneteweyî yên mafên mirovan werin rakirin.

Wekî MKG’ê, em ê li kêleka rojnamevanan bisekinin; ji bo ku binpêkirinên mafên mirovan eşkere bibin û em hevgirtinê xurt bikin.

Komeleya Jinên Rojnameger a Mezopotamyayê (MKG)

1)DANEYÊN ÎSTATÎK ÊN RAPORA BINPÊKIRINA MAFÊN JINÊN ROJNAMEGER A SALA 2026’AN

Rojnamegerên êriş li wan hatine kirin Rojnameger –
Weşan
Rojnamegerên hatin kuştin –
Rojnamegerên bi ser mala wan de hat girtin 4
Rojnamegerên hatin binçavkirin 5
Rojnamegerên ji bo îfadeyê bang li wan hat kirin
Rojnamegerên hatin girtin 4
Rojnamegerên bi muameleya ne baş rû bi rû man 5
Rojnamegerên gef li wan hat xwarin
Rojnamegerên şopandina nûçeyan wan hatin astengkirin
Binpêkirina mafên rojnamegeran ên li girtîgehan

2)BINPÊKIRINA MAFÊN RAMAN Û AZADIYA RAMANÊ YA ROJNAMEGERAN

Rojnamegerên derbarê wan de lêpirsîn hat destpêkirin 2
Rojnamegerên derbarê wan de doz hat vekirin 1
Rojnamegerên hatin cezakirin Hejmara Kesan
Cezayê hepsê 18 (HAGB)
Cezayê pere 1.800,00 TL
Rojnamegerên darizandina wan didomin Hejmara dosyayê 12
Hejmara kesan 14
Hejmara rojnamegrên girtî (Ji 4’ê Çileya 2023’yan heta niha) 5

3) BINPÊKIRINA MAFÊN ABORÎ/CIVAKÎ YA JINÊN ROJNAMEGER

Rojnamegerên karê wan hatin bidawîkirin –
Rojnamegerên qertên wan ên çapemeniyê hatin betalkirin –

4) ASTENGIYÊN LI SER ÎNTERNET/MEDYAYA DÎJÎTAL

Sîteyên hatine girtin 8
Hesabên medyaya dîjîtal ên hatine girtin 7
Naveroka medyaya civakî ya hatiye astengkirin –

LÎSTEYA ROJNAMEGERÊN GIRTÎ

1.Elif Bayburt – Nûçegîhana Ajansa Nûçeyan a Etkînê (ETHA)

2.Hatice Duman – Mudura Karê Nivîsê û Xwediya Rojnameya Atilimê

3.Nadiye Gurbuz – Edîtora Ajansa Nûçeyan a Etkinê (ETHA)

4.Ozden Kinik – Xebatkara TRT’yê

5.Pinar Gayip – Edîtora Ajansa Nûçeyan a Etkînê (ETHA)