Malper Navenda Medyayê Nuçe RAPORA BINPÊKIRINA MAFÊN JINÊN ROJNAMEGER A MEHA ÇILEYA 2025’AN
Nuçe

RAPORA BINPÊKIRINA MAFÊN JINÊN ROJNAMEGER A MEHA ÇILEYA 2025’AN

66
NIRXANDIN

Zextên li ser rojnamegerên jin zêde dibin. Rojnamegerên ku rastiyan dinivîsin, mafê raya giştî ya wergirtina agahiyan diparêzin û dengê jinan derdixin; Bi binçavkirin, girtin, tundiya fizîkî, gef û sansurê dixwazin wan bêdeng bikin. Lê dîrokê her dem nîşan daye ku zext çiqasî zêde bibin jî, rojnamegerên ku li pey heqîqetê ne, bêdeng namînin!

Di Çileya 2025’an de herî kêm 7 rojnameger hatin binçavkirin, 4 rojnameger hatin girtin, 3 rojnameger jî bi muameleya xerab rû bi rû man. Her wiha dema ku şopandina nûçeyan a 2 rojnamegeran hatin astengkirin herî kêm 9 rojnameger jî li girtîgehan bi binpêkirina mafan rû bi rû man. Ev zextên sîstematîk ên li ser rojnamegeran ne tenê ji ber xebatên wan ên pîşeyî, ji ber jin in jî girantir tên kirin. Saziyên çapemeniyê yên ku dengê azad ê rojnamegeran didin bihîstin, tên girtin, nûçegihanên li qadê dixebitin bi hincetên keyfî tên binçavkirin, tundiya fîzîkî û derûnî ya li hemberî rojnamegeran zêde dibe. Ev êrîşên li dijî azadiya çapemeniyê parçeyek ji hewldana bêdengkirina rojnamegeran e. Lê belê rojnamevanên ku li pey heqîqetê ne, tevî her cure zextan jî wê karê xwe bidomînin!

Gefên li ser rojnamegeran tenê bi zextên dewletê re sînordar namîne. Nûçegihana televizyoneke herêmî ya Xarpêtê Semra Demîrelli ji aliyê mêrekî hat gulebarankirin û bi giranî birîndar bû, piştî têkoşîna jiyanê ya 49 rojan jiyana xwe ji dest da. Vê bûyera hovane careke din nîşan da ku rojnameger ne tenê ji ber pîşeya xwe, ji ber şîdeta zayendî jî di bin tehdîdê de ne.

Zextên li ser rojnamegerên li girtîgehan sîstematîk bûye. Pirtûka ku hevalên wê ji rojnamegera girtî Serpîl Unal re şandibûn ji aliyê Girtîgeha Bakirkoyê ve bi hinceta “Kargoya di Stenbolê de nayê qebûlkirin” paşde hat şandin. Înkarkirina mafekî bingehîn ê mirovî yê mîna pirtûkan jî dide xuyakirin ku zextên li ser rojnamegerên li girtîgehan heta çi astê hatiye. Li ser rojnameger Gulistan Dursun a li Girtîgeha Sîlîvriyê ye ji aliyê rêveberiya girtîgehê ve belgeya bi navê “karta terorê” hat ferzkirin û ji ber ku qebûl nekir cezayê dîsîplînê lê hat birîn. Zextên derûnî yên li ser rojnamegerên li girtîgehan roj bi roj zêde dibin.

Di qada dijîtal de jî hewl tê dayin ku dengê rojnamegeran bisînor bikin. Hesabê JINNEWS’ê yê Instagramê hat girtin, hesabên nû gelek caran hatin sansurkirin û ketina hesabê X (Twitter) hat astengkirin. Her wiha hewl tê dayîn ku li ser platformên dîjîtal dîtina rojnamegeran bê astengkirin. Lê ne zextên li girtîgehan, ne astengiyên li kolanan û ne jî sansura dîjîtal wê nikaribin rojnamegeran bêdeng bikin!

Di heman demê de di meha Çileyê de 31 hesabên medyaya dîjîtal ku di nav wan de @MAturkce ya Ajansa Mezopotamyayê ku 264 hezar şopîneriyên wê hebûn, @jinnewsturkce ya Ajansa Nûçeyan a JINNEWS’ê ku 168 hezar şopînerê wê hebû û @yeniyasamgazete X jî di nav de û 125 hezar şopînerên wê hebûn, bi hincetên ‘ewlehiya neteweyî û parastina gel’ hatin astengkirin.

Îro gelek rojnameger ji ber parastina çapemeniya azad li girtîgehan girtî ne. Elîf Ersoy, Eylem Babayîgît, Hatîce Duman, Lûtfiye Burcu Kara, Necla Demîr Arvas, Ozden Kinik, Rahîme Karvar, Reyhan Hacîoglû û Zuleyha Mûldûr tenê ji ber ku rojnameger bûn hatin girtin. Ev êrîşên sîstematîk ên li dijî rojnamegeran ne tenê li ser azadiya çapemeniyê, her wiha li ser mafê raya giştî ya wergirtina agahiyan jî xeteriyeke eşkere ye.

Em bang li her kesên ku çapemeniya azad diparêzin dikin ku li dijî van zextan bibin yek. Çapemeniya azad nayê bêdengkirin! Divê demildest binçavkirin, girtin, zext û tundiya li ser rojnamegeran bi dawî bibe. Em ê tu carî dev ji nivîsandina rastiyan, parastina heqîqetê û berdewamkirina têkoşîna rojnamegeran bernedin!

Ji Gurbetellî bigire heta Gulistanan, ji Denîzan bigire heta Hêroyan, heta Cîhanan… Rojnamegerên jin li her derê ne!

DANEYÊN ÎSTATÎSTÎK ÊN RAPORA BINPÊIRINA MAFÊN JINÊN ROJNAMEGER A MEHA ÇILEYA 2025’AN

1) BINPÊKIRINA MAFÊN EWLEHÎ Û MAFÊ JIYANÊ YÊN ROJNAMEGERAN

Yên bi êrişê rû bi rû maneRojnameger
Weşan
Rojnamegerên hatine qetilkirin
Rojnamegerên bi ser mala wan de hatine girtin3
Rojnamegerên hatine binçavkirin7
Rojnamegerên hatine girtin4
Rojnamegerên bi mualameya ne baş rû bi rû mane3
Rojnamegerên gef lê hatine xwarin1
Rojnamegerên şopandina nûçeyên wan hatin astengkirin2
Binpêkirina mafên li girtîgehan9

2) BINPÊKIRINA AZADIYA RAMANÊ YA ROJNAMEGERAN

Rojnamegerên derbarê wan de lêpirsîn hatine vekirin2
Rojnamegerên derbarê wan de doz hatine vekirin1
Rojnamegerên hatine cezakirinHejmara kesan3
Cezayê girtîgehê8 SAL 3 MEH
Cezayê pere
Rojnamegerên darizandina wan didominHejmara dosyayan14
Hejmara kesan17
Hejmara rojnamegerên girtî  (Ji 4’ê Çileya 2023’yan heta niha)9

3)BINPÊKIRINA MAFÊN CIVAKÎ Û ABORÎ YÊN ROJNAMEGERAN

Rojnamegerên karê wan hatine bidawîkirin
Rojnamegerên qerta wan a çapemeniyê hatiye astengkirin

4) ASTENGIYÊN LI SER MECRAYÊN ÎNTERNET Û MEDYAYA DÎJÎTAL

Sîteyên înternetê yên hatine girtin
Hesabên Medyaya Dîjîtal ên hatine girtin4
Naverokên Medyaya Dîjîtal ên hatine astengkirin
Nûçeyên hatine astengkirin

LÎSTEYA JINÊN ROJNAMEGER ÊN GIRTÎ

1.Elif Ersoy – Berpirsa Karê Nivîsê ya Kovara Yuruyuşê

2.Eylem Babayigit – Rojnameger

3.Hatice Duman – Mudura Karê Nivîsê û Xwediyê Rojnameya Atilimê

4.Lutfiye Burcu Kara – Rojnameya Yekîtiya Têkoşînê

5.Necla Demir Arvas – Rojnameger

6.Ozden Kinik – Xebatkara TRT’ê ya berê

7.Rahime Karvar – Rojnameger

8.Reyhan Hacioglu – Rojnameya Yenî Yaşamê

9.Zuleyha Muldur – Ajansa Nûçeyan a Etkinê