Azadiya çapemeniyê nayê bêdengkirin!
Di 18’ê Sibatê de hevrêyên me Elîf Akgul, Yildiz Tar û Ercument Akdenîz jî di nav de 51 kes bi awayekî derhiqûqî hatibûn binçavkirin. Lê mixabin piştî van binçavkirinan 30 kes hatin girtin û xebatkarên çapemeniyê ji ber xebatên xwe yên pîşeyî careke din hatin darizandin.
Weke Komeleya Rojnamegerên Jin ên Mezopotamyayê (MKG) em careke din tekez dikin ku rojnamegerî ne sûc e û daxwaz dikin ku hevalên me demildest bên berdan. Azadiya çapemeniyê kevirê bingehîn ê civakên demokratîk e û bi bêdengkirina rojnamegeran rastiyan nayên veşartin!
Çapemeniya azad garantiya mafê raya giştî ya girtina agahiyan e. Ev zextên bêdengkirina rojnamegeran ne tenê kesên li pey heqîqetê ne, mafê civakê yê ronîkirinê jî dike hedef.
Em careke din bang li rayedaran dikin; Rojnamegerên girtî tavilê serbest berdin! Zextên li ser azadiya çapemenî û îfadeyê rawestînin! Rojnamegerî ne sûc e û nabe ku wek sûc bê hesibandin!
Em jî weke Komeleya Rojnamegerên Jin ên Mezopotamyayê dê li kêleka hevrêyên xwe bin. Rojnamevanên ku li rastiyê digerin nayên bêdeng kirin!
Komeleya Rojnamegerên Jin ên Mezopotamyayê (MKG)