Malper Rapor Raporên Mehane RAPORA MEHA MIJDARA SALA 2025’AN A BINPÊKIRINA MAFÊN JINÊN ROJNAMEGER
Raporên Mehane

RAPORA MEHA MIJDARA SALA 2025’AN A BINPÊKIRINA MAFÊN JINÊN ROJNAMEGER

118
NIRXANDIN

Di 10’ê Kanûnê Hefteya Mafên Mirovan de, rewşa azadiya çapemeniyê li Tirkiyeyê ji bo rojnamevanan her ku diçe lawaztir dibe. Mafê îfade û agahdariyê, ku yek ji mafên mirovan ên herî bingehîn e, di tevahiya mijdarê de bi binçavkirin, lêpirsîn, gef û dozên şîdeta dîjîtal careke din hatiye binpêkirin. Ev rewş Hefteya Mafên Mirovan, ji bo çareseriyên di derbarê ewlehî û azadiya rojnamevanan û mafê raya giştî yê gihîştina rastiyê de, dike bangek lezgîn.

Di meha mijdarê wêneyekî zextên berdewam û her ku diçe berbiçav ên li ser rojnamevanan eşkere bû. Binpêkirinên mafên mirovan ên ku di tevahiya mehê de hatine jiyîn nîşan dan ku rojnamevan hem di pêvajoyên dadwerî de û hem jî di pratîkên meydanî de hîn jî dibin hedef. Bi taybetî di demên aloziya siyasî de, rapor û parvekirina rojnamevanan pir caran wek sûc tê hesibandin; ew ji ber çalakiyên xwe yên pîşeyî yên ku divê di çarçoveya azadiya ramanê de were hesibandin, bi binçavkirin, lêpirsîn, doz û gefan re rû bi rû dimînin,

Yek ji sernavên herî berbiçav ên vê mehê zêdebûna girîng a zextê ya li ser azadiya ramanê bû. Lêpirsînên nû li dijî gelek rojnamevanan hatine destpêkirin û meyla cezakirinê di dozên heyî de jî berdewam kiriye. Heta bîranîna rojnamevanên ku di êrîşên SÎHA’yan de hatine qetilkirin jî bû mînaka darizandinê. Ev mînakek berbiçav e ku çawa rojnamegerî tê krîmînalîzekirin. Azadiya çapemeniyê hîn jî mijarek sereke ye ku ji hêla tohmetên li dijî rojnamevanan ve tê kirin, dibe hedef.

Di heman demê de, gefên li ser ewlehiya rojnamevanan jî curbecur dibin. Gefên kuştinê yên li Qibrisê li derhênera weşanxaneyê hatine xwarin, careke din asta xeternak a zêdebûna belavbûna gotinên nefretê û peyamên destdirêjiyê yên di qadên dîjîtal de, raxist pêş çavan. Şîdeta dîjîtal êdî îstîsnaî nîne; ew bûye amûrek zordariyê ya birêkûpêk.

Her çend bêewlehî, mobîng û cudakariya ku rojnamevan di jiyana xwe ya kar de pê re rû bi rû dimînin pir caran nayên dîtin jî, ew wekî qadeke din a binpêkirinê dimînin ku bandorek cidî li ser çalakiyên wan ên pîşeyî dike.

Mirina bi guman a Dîlan Karaman a di nava têkoşîna azadiya jinan de cihê xwe girtiye û serdemekê faliyetên rojnamegeriyê kiriye, ne tenê xemgîniyeke kûr e, di heman demê de gefên sîstematîk ên ku jin pê re rû bi rû dimînin jî derxist holê. Em bawer dikin ku lêpirsîna mirina Dîlan Karaman dê zû bi encam bibe û rastî dê were eşkerekirin. Em ê ji nêz ve bişopînin.

Daneyên meha mijdarê nîşan didin ku zext li ser rojnamevanan dewam dike, pêvajoyên darizandinê her ku diçe vediguhere cezakirinê û hewl tê dayîn ku gef û girtin wekî ‘rîskên normal ên pîşeyê’ bên normalîzekirin. Ev rewş pêwîst dike ku binpêkirinên mafan werin dîtin, belgekirin û hevgirtina di navbera rojnamevanan de bêtir were xurtkirin da ku çapemeniya azad xurt bibe.

DANEYÊN ÎSTATÎKÎ YÊN BINPÊKIRINA MAFÊN JINÊN ROJNAMEGER ÊN MEHA ÎLONA SALA 2025’AN  

1) BINPÊKIRINA MAFÊN EWLEHÎ Û MAFÊ JIYANÊ YA ROJNAMEGERAN

Yên êriş li wan hatine kirinRojnameger
Weşan
Rojnamegerên hatine kuştin
Rojnemegerên bi ser mala wan de hatine girtin
Rojnamegerên hatine binçavkirin1
Rojnamegerên hatine girtin
Rojnamegerên ji bo îfadeyê gazî wan hatine kirin
Rojnamegerên bi mûameleya ne baş rû bi rû mane
Rojnamegerên gef li wan hatine xwarin
Rojnamegerên şopandina wan a nûçeyan hatiye astengkirin
Binpêkirina mafên li girtîgehan

2) BINPÊKIRINA MAFÊN RAVEKIRIN Û RAMANÊ YA ROJNAMEGERAN

Rojnamegerên lêpirsîn li wan hatine vekirin3
Rojnamegerên doz li wan hatine vekirin2
Rojnamegerên hatine cezakirinHejmara Kesan5
Cezayê girtîgehê2 sal 11 meh
Cezayê pere
Rojnamegerên darizandina wan didominHejmara dosyayê10
Hejmara kesan12
Hejmara rojnamegerên girtî (Ji 4’ê Çileya 2023’yan heta niha )3

3) BINPÊKIRINA MAFÊN ABORÎ/CIVAKÎ YÊN ROJNAMEGERAN

Rojnamegerên dawî li karê wan hatine anîn
Rojnamegerên qerta wan a çapemeniyê hatine betalkirin

4) ASTENGKIRINA MECRAYÊN ÎNTERNET-MEDYAYA DÎJÎTAL

Sîteyên hatine girtin
Hesabê medyaya dîjîtal ên hatine girtin
Platformên medyaya dîjîtal ên hatine astengkirin

LÎSTEYA ROJNAMEGERÊN GIRTÎ

1.Elif Ersoy – Berpirsa Karê Nivîsê ya Kovara Yururuş

2.Hatice Dûman – Mudura Karê Nivîsê û Xwediya Rojanameya Atilim

3.Ozden Kinik – Xebatkara TRT’yê