Malper Navenda Medyayê Bangewazî Bi têkoşîna xwe dîrok nivîsî: Gurbetellî Ersoz
BangewazîNavenda Medyayê

Bi têkoşîna xwe dîrok nivîsî: Gurbetellî Ersoz

112

Rojnameger Gurbetellî Ersoz li Kurdistan û Tirkiyeyê yekem gerînendeya giştî ya weşanê bû. Wê bi helwest, pênûs û têkoşîna xwe navê xwe di dîrokê de nivîsand. Ew ji bo jinên rojnameger bû feyz û ronahî.

Rojnameger Gurbetellî Ersoz li Kurdistan û Tirkiyeyê yekem gerînendeya giştî ya weşanê bû. Li pey xwe mîrateyeke girîng ji bo rojnamevaniya azad hişt û ji bo rojnamegerên jin bû hêz û ronahî. Gurbetellî Ersoz, bi kesayeta xwe ya pêşeng, li dijî pîvan û kevneşopiyên paşverû yên civakî, li dijî hişmendiya serdest a medyaya mêr û pergala wê ya desthilatdar bi estetîk û fikra jinê, bi pênûsa xwe bû avakera jiyana azad. Di ser qetilkirina wê re sal derbas bibin jî, ji çiyayên ku dilê xwe nexş kir jinan silav dike.

Bi hişmendiya xwe bû mînak

Gurbetellî Ersoz di 11’ê Tîrmeha 1965’an de li gundê Akbulut ê Palu yê Xarpêtê hat dinê. Dema hat dinê bavê wê li Elmanyayê wek karker dixebitî. Ji ber wê jî navê wê kirin Gurbetellî. Di dibistanan seretayî de ji ber gotinên wê yên kurdî di navbera hevokan de derbas dibin, ferq dike ku heval û mamosteyên wê fêm nakin û ew jî matmayî dimîne. Piştî Gurbetellî fêm dike li dibistanê zimanê wê cuda ye pirsên çima, ji bo çi dipirse. Gurbetellî wiha dibêje: “Min xwend û bê navber min xwend. Heta westiyam min radyo guhdar kir û ez baş hînî tirkî bûm.” Dayika wê Fatma Ersoz ji ber ku nekarîbû bixwîne, dixwest zarokên wê bixwînin û heta nîvê şevê ranediket da ku zarokên wê bixebitin. Gurbetellî Ersoz ku ji zarokatiya xwe ve li cem ên mafdar û bindest sekinî, dayika xwe bi hişmendî û wêrekiya xwe bi tenê nehişt.

Şandin girtîgeha Meletiyê

Gurbetellî Ersoz ku dixwaze rojnamegerî yan jî siyasetê bixwîne, li Zanîngeha Çukurovayê di Beşa Kîmyayê ya Fakulteya Wêje û Fenê de dixwîne. Piştî zanîngehê diqedîne li Enstutiya Zanistên Fenê ya Çukurovayê li ser ‘Enerjî û Derdorê’ lîsansa bilind dike û gelek ji laboratuvarê hez dike. Gurbetellî diyar dike ku komkujiyên Çernobîl û Halepçeyê li ser wê bandorek mezin kiriye û wiha dibêje: “Kîmyagerên divê li ser Çernobîl û Halepçeyê eleqeder bibûna ez matmayî hiştim. Min her tim ev pirs ji xwe pirsî ‘Ez çime, ez ê çi bikim’. Gurbetellî Ersoz ku wek peywirdara lêkolînê sê salan xebitî, di 10’ê Kanûna 1990’î de bi endamtiya rêxitsinê hat binçavkirin û 15 rojan di bin çavan de ma. Piştre  hat girtin û şandin girtîgeha Meletiyê.

Bû yekemîn gerînendeya jin

Gurbetellî Ersoz di rojnameya Ozgur Gundemê ya di 26’ê Nîsana 1993’yan de bi dirûşmeya “Rastî di tariyê de namînin” de dest bi weşanê kir de, dest bi xebatê kir û bû gerînendeya giştî. Di dîroka çapemeniya Tirkiyeyê de ev yek bû û cara yekem jinek bibû gerînendeya giştî.

Rojnameger bûn hedef

Xebatkarên Ozgur Gundemê ji ber binpêkirinên mafan ên li ser gelê Kurd û heqîqet nivîsî her tim ji aliyê rejîma demî ve hedef hatin girtin. Di navbera 1991-994’an de Mûsa Anter, Hafiz Akdemîr, Huseyîn Denîz, Mecît Akgun, Burhan Karadenîz, Kemal Kiliz jî nav de 8 rojnameger û 19 belavkarên rojnameyê hatin qetilkirin. Êrîşê buroyên rojnameyê hatin kirin.

Ji bo jiyanek azad

Di 10’ê Kanûna 1993’yan de di roja Mafên Mirovan a Cîhanê de bi ser buroya Ozgur Gundemê de tê girtin, Gurbetellî Ersoz bi hevalên xwe yên din re tê binçavkirin û tê girtin. 13 rojan di bin çavan de îşkenceyê dibîne. Dişînin girtîgeha Sagmacilar. Di hezîrana 1994’an de tê berdan. Dîsa xebatên xwe yên rojnamegeriyê dimeşîne.

Bi têkoşîna xwe dîrok nivîsî

Gurbetelî Ersoz ku tevli gerîla bû, di alî wekheviya zayenda civakî de hedef danî pêş xwe. Gurbetellî Ersoz vê di rojnivîska xwe de vedibêje. Gurbetellî Ersoz ku di rojnivîska xwe de êşa birayê xwe, êşa şer, xweşikbûna xwezaya Kurdistanê dinivîse li aliyê din jî têkoşîna ku jin li her qadê li dijî mêr didin, vedigot. Di vî alî de Gubetellî Ersoz bi jiyan û pênûsa xwe dîrok nivîsî.

DMME’ê Tirkiye neheq dît

Tundiya dewletê ya ku bû sedem ku Gurbetellî Ersoz berê xwe bide çiyan, birin Dadgeha Mafê Mirovan a Ewropayê. Di 16’ê Adara 2002’yan de biryar hat dayîn û hat gotin ku xalên 10 û 14’an a Peymana Mafê Mirovan a Ewropayê hatiye binpêkirin.

Tevlî karwanên nemiran bû

Gurbetellî Ersoz di sala 1997’an li Herêma Federal a Kurdistanê di şerekî de tevlî karwanên nemiran bû. Sekna xwe ya biaqil a xurt a salonên dadgehê, li çiyayên azad jî domand. Gurbetellî Ersoz ji pênûsan dûr neket. Şopdarên wê, ji bo rastiya di nava tarîtiyê de derxin holê, li her aliyê cîhanê çapemeniya şoreşgerî dimeşand. Tu hêzan nekarî fikir û afirîneriyên Gurbetellî Ersoz tune bikin. Her 7’ê Cotmehê ji 2014’an heta niha wek Roja Rojnamegerên Jin tê pêşwazîkirin.

Nivîsandina jinan dewam kir

Rojnamevanên jin ên kurd û xebatkarên çapemeniya azad, li ser şopa Gurbetellî Ersoz li hemû welatên lê ne, li bajar û çiyayên Kurdistanê rojnamegeriya heqîqetê berdewam dikin. Gelek kovar, rojname, ajansên nûçeyan, televîzyon, radyo û malperên li Kurdistan û Ewropayê xwe dispêrin vê mîrateyê. Hin ji wan yekemîn ajansa nûçeyan a jinan JINHA ye û ji wê heta JINNEWS’ê, heta yekemîn televîzyona jinan Jin TV, kovara jinan Jina Serbilind a li Ewropayê tê weşandin, Star Fm ku yekemîn radyoya jinan e ku li Rojava weşanê dike û gelek kovar, rojnameyên din.

Ger çapemeniyê rastî binivîsandiba

Sal di ser qetilkirina Gubetellî Ersoz de derbas bûn. Lê şerê li Kurdistanê hîna didome. Rojnamegerên pênûsa wê dewr girtin Hêro Bahadîn û Gulîstan Tara, Cîhan Bîlgîn di 23’yê Tebaxê de li Silêmaniyê hatin qetikirin. Sedema vê jî bi salan berê gotibû: “Çapemeniyê rastî binivîsanda wê îro evqas mirov nemiribana.”