Weke Komeleya Rojnamegerên Jin a Mezopotamyayê (MKG) em serdegirtina mala endam û hevrpîşeya me Oznûr Deger a ku bi lêdanê hat binçavkirin, bi tundî şermezar dikin.
Rojnamegerî ne sûc e! Hewldanên bêdengkirina çapemeniya azad êrîşeke eşkere ya li dijî mafê civakê yê agahdarkirinê ye. Li navçeya Qoserê ya Mêrdînê danê sibehê di serdegirtina malan de polîsan li Oznûrê û malbata wê dan, ev nîşan dide ku serdegirtin ne tenê pêvajoya binçavkirinê ye, di heman demê de polîtîkaya tehdîd û tirsandinê ye.
Lêdana li Oznur Deger a bi kelepçeya berovajî hat binçavkirin, hat kirin û pişt re polîsan ew li ser dirêncekan del dan helwesteke keyfî ye. Ev bêpîvana hêzên ewlekariyê eşkere dike. Em ji tenduristiya hevala xwe ya rojnameger bi fikar in û daxwaza tavilê berdana wê dikin!
Azadiya çapemeniyê yek ji hîmên bingehîn ên civakên demokratîk e. Zilm û tundiya li ser jinên rojnameger nikare rê li ber gihandina rastiyan bigire. Em weke Komeleya Rojnamegerên Jin a Mezopotamyayê dê li kêleka hevpîşeyên xwe bin û dest ji têkoşîna heqîqetê bernedin.
Em bang li rayedaran dikin ku li gorî rêgezên bingehîn ên hiqûqê tevbigerin û tundiya li dijî rojnamegeran bi dawî bikin!
*Divê Oznûr Deger demildest bê berdan!
*Çapemeniya azad nayê bêdengkirin!
*Rojnamegerên jin ne bi tenê ne!
Komeleya Rojnamegerên Jin a Mezopotamyayê (MKG)