Malper Navenda Medyayê JI ÇAPEMENÎ Û RAYA GIŞTÎ RE
Navenda MedyayêDaxuyaniyên Çapemeniyê

JI ÇAPEMENÎ Û RAYA GIŞTÎ RE

118

Rojnamegerî ne sûc e!

Rojnamegerên nobeda ku piştî cezayê girtîgehê li Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Wanê Abdullah Zeydan hate birîn, dişopandin û peywira xwe ya agahdarkirina gel bi cih tînin bi êrişeke tund ji hêla polîsan ve hatin binçavkirin.

Binçavkirina 5 rojnamegerên ku di nav wan de endamên me Rabîa Onver û Medîne Mamedoglu jî hene, bi kelepçekirin li pişt wan, êrişeke eşkere ya li dijî azadiya çapemeniyê ye.

Em vê destwerdana derqanûnî ya li dijî rojnamegeran qebûl nakin! Divê demildest hevalên me bên berdan û hemû zextên li ser çapemeniyê bi dawî bibin.

Komeleya Rojnamegerên Jin a Mezopotamyayê (MKG)