Malper Navenda Medyayê Nuçe RAPORA BINPÊKIRINA MAFÊN JINÊN ROJNAMEGER A MEHA ADARA 2025’AN
Nuçe

RAPORA BINPÊKIRINA MAFÊN JINÊN ROJNAMEGER A MEHA ADARA 2025’AN

85
NIRXANDIN

Weke Komeleya Rojnamegerên Jin a Mezopotamyayê (MKG) em rapora ku me di Adara 2025’an de binpêkirinên mafan ên li dijî rojnamegerên jin tomar kirine, pêşkêşî raya giştî dikin. Li gorî agahiyên ku komeleya me ji çavkaniyên vekirî, saziyên çapemeniyê û qadê berhev kiriye; Di meha adarê de herî kêm 56 binpêkirinên cuda pêk hatin. Em bi taybetî teqez dikin ku dibe ku hejmarên rastîn ji van hejmaran gelek zêdetir bin.

Rojnameger tenê ji ber ku nûçeyan dişopînin êrîşên fîzîkî li wan tên kirin, tên binçavkirin, girtin û bi awayekî sîstematîk bi kampanyayên lîncê yên dijîtal tên hedefgirtin. Di Adara 2025’an de ev binpêkirin bi taybetî piştî du geşedanên krîtîk zêdetir bûn: Bi taybet di xwepêşandanên bi boneya 8’ê Adarê Roja Jinên Cîhanê hatin lidarxistin de rojnamegerên jin bi binpêkirina mafan rû bi rû man. Dîsa dema Serokê Şaredaiya Bajarê Mezin a Stenbolê, Ekrem Îmamoglû jî di nav de, gelek kes hatin binçavkirin çalakiyên şermezarkirinê dest pê kirên. Di van çalakiyana de jî gelek rojnameger hatin binçavkirin. Di vê heyamê de li hemberî rojnamegerên ku li kolanan nûçe dişopînin êrîşên polîsan hatin kirin û hevalên me tevî nasnameya wan a pîşeyî jî  lêdan xwarin, hatin hedefgirtin, tundiya fîzîkî li wan hatin kirin û alavên wan hatin desteserkirin. Her wiha rojnamevanên ku di medyaya dîjîtal de bûne hedefa êrîşên zayendî, tenê ji ber ku erka xwe ya agahdarkirina gel bi cih tînin, bi polîtîkayeke sîstematîk a tirsandinê rû bi rû mane.

Di meha adarê de 6 rojnameger bi êrişan rû bi rû man, 5 rojnameger hatin binçavkirin, rojnamegerek hat girtin û avêtin ser malên 3 rojnamegeran. 9 rojnamegerên jin bi muameleya xerab rû bi rû man; 6 rojnameger dema nûçe dişopandin hatin astengkirin. Di vê tabloyê de em pirrengî û belavbûna tehdîdên li hember rojnamegerên jin ên li qadan li ber xwe didin, bi zelalî dibînin. Li gel şîdeta fizîkî, mekanîzmayên darazê jî bûne amûreke din a zextê ya li hember rojnamegerên jin. Derbarê gelek rojnamegerên jin de lêpirsîn tên vekirin, doz tên vekirin û bi hinceta naveroka nûçe û parvekirinên medyaya dîjîtal, bi pêkanînên kontrola edlî ve çarçoveya wan tê astengkirin. Di meha adarê de der barê 3 rojnamegeran de lêpirsîn hat vekirin, der barê 3 rojnamegeran de ji dozên nû hatin vekirin û darizandina 7 rojnamegeran dewam kir. Gelek ji van pêvajoyên darazê li ser sûcên nezelal û ji şîroveyê re vekirî têne kirin û sînorên rewa yên rojnamegeriyê binpê dikin.

Binpêkirinên mafan ên ku rojnameger pê re rû bi rû dimînin ne tenê qadên fîzîkî û hiqûqî ne. Siyaseta sansûr û astengkirinê ya cidî di medyaya dîjîtal de jî heye. Di meha adarê de, malperek hate girtin û gihîştina şeş platformên medyaya dîjîtal hate astengkirin. Di nava van astengiyên gihiştinê de hesabê Înstagramê yê Ajansa Mezopotamya, hesabê X (Twitter) ya Bianet û hesabê şexsî yê rojnameger Zeynep Ceren Kuray jî hene. Bi taybetî, hedefgirtina hesabên medyaya dîjîtal ku bûye yek ji rêyên herî bilez û berbelav ji bo bidestxistina agahdariya giştî, tê wateya binpêkirina rasterast ne tenê ya rojnamegeran, lê her weha mafê gel ê wergirtina nûçeyan. Weke Komeleya Rojnamegerên Jin a Mezopotamyayê, em dibînin ku zext, gef û binpêkirinên li ser rojnamegeran ji bûyerên munferît zêdetir bûye polîtîkayeke dewletê ya sîstematîk û berdewam dike. Pîşeya rojnamegeriyê bi taybetî ji bo jinan her roj vediguhere qadeke xeternak. Em careke din teqez dikin ku em li kêleka hemû rojnamevanên ku ji ber berdewamiya pîşeya xwe bûne hedef, tên cezakirin an jî hewl didin wan bêdeng bikin, li pêşberî van binpêkirinan bêdeng namînin.

Em ji raya giştî re radigihînin ku em bi 10 rojnamegerên jin ên îro li girtîgehan girtî re ne û em dixwazin hemû hevrêyên me tavilê bên berdan. Rojnamegerî ne sûc e. Rojnamegerên jin wê bêdeng nemînin û li pey rastiyan bin. Ev têkoşîn ne tenê ji bo azadiya çapemeniyê, di heman demê de ji bo raya giştî jî ji bo bidestxistina agahiyên rast tê meşandin.

Em bang li hemû beşên civakê dikin:

*Azadiya çapemenî û derbirînê mafekî bingehîn ê mirovî ye; divê were parastin û berfirehkirin.

*Divê demildest zext û gefên zayendî yên li hemberî rojnamegerên jin bên lêkolînkirin û dawî li polîtîkayên bêcezakirinê bên.

*Divê dest ji pêkanînên sansura dîjîtal bê berdan û astengiyên xwegihiştinê bên rakirin.

DANEYÊN ÎSTATÎKÎ YÊN RAPORA BINPÊKIRINA MAFÊN JINÊN ROJNAMEGER A MEHA ADARA 2025’AN

1) BINPÊKIRINA MAFÊN LI HEMBERÎ EWLEHÎ Û MAFÊ JIYANÊ YÊN ROJNAMEGERAN

Rojnamegerên êriş li wan hatine kirinRojnameger6
Alavên weşanê
Rojnamegerên hatine kuştin
Rojnamegerên bi ser mala wan de hatine girtin3
Rojnamegerên hatine binçavkirin5
Rojnamegerên hatine girtin1
Rojnamegerên bi muameleya ne baş rû bi rû mane9
Rojnamegerên gef li wan hatine xwarin3
Rojnamegerên şopandina wan a nûçeyan hatine astengkirin6
Binpêkirina mafên rojnamegeran a li girtîgehan1

2) BINPÊKIRINA MAFÊN ÎFADE Û RAMANÊ YA LI HEMBERÎ ROJNAMEGERAN

Rojnamegerên derbarê wan de lêpirsîn hatin vekirin2
Rojnamegerên derbarê wan de doz hatin vekirin3
Rojnamegerên hatine cezakirinHejmara kesan1
Cezayê girtîgehê1 Sal 6 Meh 22 Roj
Cezayê pere
Rojnamegerên darizandina wan didominHejmara dosyayan7
Hejmara kesan7
Hejmara rojnamegerên girtî (Ji 4’ê Çileya 2023’ayn heta niha)10

3) BINPÊKIRINA MAFÊN LI HEMBER MAFÊN CIVAKÎ Û ABORÎ YÊN ROJNAMEGERAN

Rojnamegerên karê wan hatine bidawîkirin
Rojnamegerên qertên wan ên çapameniyê hatine betalkirin

4) ASTENGKIRINA MECRAYÊN MEDYAYA DÎJÎTAL Û ÎNTERNETÊ

Sîteyên înternetê yên hatine girtin1
Hesabên medyaya dîjîtal ên hatine girtin
Platformên medyayê yên hatine astengkirin6

LÎSTEYA ROJNAMEGERÊN GIRTÎ

1) Elif Akgul – Rojnameger

2) Elif Ersoy – Berpirsa Karê Nivîsê ya Kovara Yuruyuşê

3) Hatice Duman – Mudura karê nivîsê û xwediyê Rojnameya Atilimê

4) Necla Demir Arvas – Rojnameger

5) Ozden Kinik – Xebatkara berê ya TRT’yê

6) Oznur Deger – Mudura nûçeyan a JinNewsê

7) Rahime Karvar – Rojnameger

8) Reyhan Hacioglu – Rojnameya Yeni Yaşamê

9) Sayîme Oguzhan – Xwediyê Îmtîyazê ya Rojnameya Kentin Şîşlî Gazetesi

10) Zuleyha Muldur – Ajansa Nûçeyan a Etkinê