Malper Rapor RAPORA BINPÊKIRINA MAFÊN JINÊN ROJNAMEGER A MEHA TÎRMEHA SALA 2026’AN
RaporRaporên Mehane

RAPORA BINPÊKIRINA MAFÊN JINÊN ROJNAMEGER A MEHA TÎRMEHA SALA 2026’AN

48
NIRXANDIN
 

Tîrmeh mehek bû ku bi zextên dijwar ên li ser rojnamevanan, binpêkirinên mafên mirovan, tacîza dadwerî û polîsan û sansura dîjîtal ve hate nîşankirin. Destwerdan û hewldanên astengkirina rojnamevanan jî binpêkirina mafê raya giştî yê gihîştina agahdariyê ne. Her êrîşek li ser rojnamevanan, ku ne bûyerek tenê ye, lê belê ji bo veşartina bûyerên civakî, sûc, gendelî, neheqî û neqanûnî, wêrankirina jîngehê û binpêkirinên cûrbecûr ên mafên mirovan xizmet dike, astengiya herî mezin e li pêşiya eşkerekirina rastiyê.

Li gorî Endeksa Azadiya Çapemeniyê ya Cîhanê ya 2026’an ku ji hêla Rojnamevanên Bêsînor (RSF) ve hatiye weşandin, di meha Tîrmehê de li Tirkiyeyê, ku di nav 180 welatan de di rêza 163’emîn de ye, bi ser du malên rojnamevanan de hatiye girtin, pênc rojnamevan hatine binçavkirin, rojnamevanek hatiye girtin, rojnamevanek ji bo lêpirsînê hatiye gazîkirin, du rojnamevan hatine lêpirsînkirin û rojnamevanek jî bi gef û hedefgirtinê rû bi rû mane. Her wiha, 11 rojnamevan ji ber nûçe û çalakiyên xwe yên rojnamegeriyê niha di bin darizandinê de ne, di heman demê de 8 rojnamevan di girtîgehên cuda yên Tirkiyeyê de girtî ne. Di demekê de ku Tirkiye polîtîkayên xwe yên astengkirin û tepeserkirinê li dijî mafê raya giştî yê agahdarkirinê û azadiya çapemeniyê didomîne, sansura dîjîtal jî digihîje astên metirsîdar. Li gorî vê, di meha Tîrmehê de 17 hesabên medyaya dîjîtal hatine girtin û 11 platformên medyaya dîjîtal jî hatine astengkirin.

Wek Komeleya Rojnamegerên Jin a Mezopotamyayê, em bang li Tirkiyeyê dikin, ku di endeksa azadiya çapemeniyê de her ku diçe paşve diçe û ji bo rojnageran di nav welatên “xeternak” de ye, ku ji bo xizmetkirina avakirina çapemeniyek azad û civakek demokratîk hemû zextên li ser rojnamevanan bi dawî bike. Em tekez dikin ku divê rojnamegerên girtî di zûtirîn demê de werin berdan û em diyar dikin ku em ê parastina azadiya çapemeniyê bidomînin.

DANEYÊN BINPÊKIRINA MAFÊN JINÊN ROJNAMEGER A MEHA TÎRHEMA 2026’AN

1) BINPÊKIRINA MAFÊ JIYAN Û EWLEHİYA ROJNAMEGER

Yên êriş li wan hatine kirin  Rojnameger
Weşan
Rojnamegerên hatine kuştin
Rojnamegerên bi ser malên wan de hatine girtin2
Rojnamegerên hatine binçavkirin5
Rojnamegerên hatine girtin1
Rojnamegerên ji bo îfadeyê bang li wan hatine kirin1
Rojnamegerên bi muameleya nebaş rû bi rû mane
Rojnamegerên gef li wan hatine xwarin û bûne hedef1
Rojnamegerên şopandina wan a nûçeyan hatine astengkirin
Binpêkirina mafên rojnamegeran a li girtîgehan

2) BINPÊKIRINA MAFÊN JINÊN ROJNAMEGER A RAMAN Û ÎFADEYÊ

Rojnamegerên derbarê wan de lêpirsîn hatine vekirin2
Rojnamegerên derbarê wan de doz hatine vekirin
Rojnamegerên hatine cezakirinHejmara kesan
Cezayê girtîgehê
Cezayê pere
Rojnamegerên darizandina wan didominHejmara dosyayan8
Hejmara kesan11
Hejmara rojnamegerên girtî  (Ji 1’ê Tîrmeha 2026’an heta niha )8

3) BINPÊKIRINA MAFÊN ROJNAMEGERAN ÊN ABORÎ Û CIVAKÎ

Rojnamegerên kare wan hatine bidawîkirin
Rojnamegerên qerta wan a çapemeniyê hatine betalkirin

4) İNTERNET-DİJİTAL MEDYA MECRALARINA YÖNELİK ERİŞİM ENGELİ

Sîteyên hatine girtin
Hesabên dîjîtal ên medyayê ên hatine girtin          17
Platformên medyaya dîjîtal ên hatine astengkirin11

LÎSTEYA ROJNAMEGERÊN GIRTÎ

  • Elif Bayburt –  Nûçegîhana Ajansa Nûçeyan a Etkinê (ETHA)
  • Hatice Duman – Mudura Karê Nivîsê û Xwediya Rojnameya Atilimê
  • Nadiye Gurbuz – Editora ETHA’yê
  • Ozden Kinik – Xebatkara TRT’yê
  • Pinar Gayip – Editora ETHA’yê
  • Yelis Ayaz – Xwediya Sîteya Înternetê ya Aydinpostê
  • Songul Yucel – Derhênera Giştî ya Kovara Onsozê
  • Fatma Sibel Gurcihan – Rojnameger