Malper Rapor RAPORA MEHA COTMEHA SALA 2025’AN A BINPÊKIRINA MAFÊN JINÊN ROJNAMEGER
RaporRaporên Mehane

RAPORA MEHA COTMEHA SALA 2025’AN A BINPÊKIRINA MAFÊN JINÊN ROJNAMEGER

112
NIRXANDIN

Rapora Binpêkirina Mafan a MKG’ê ya Cotmehê: Zextên li ser Azadiya Çapemeniyê Kûrtir Dibin

Meha cotmehê bû serdemeke ku bi zext, sansûr û çewisandina dadwerî ya li dijî rojnamevanan zêde bûye. Siyaseta hikûmetê ya bêdengkirina medyaya rexnegir, ku bi rêya mekanîzmayên dadwerî û îdarî hatiye bicîhanîn, azadiya çapemeniyê hîn bêtir sînordar kir.

Rojnamevan dema ku nûçeyan dişopînin, bi rêya astengkirinê, gefxwarinên bi rêya medyaya dîjîtal û pêvajoyên qanûnî hatine hedefgirtin. Bi taybetî endamên çapemeniya Kurd, ji ber hema hema her nûçeyek ew diweşînin, bi lêpirsîn û dozên qanûnî rû bi rû mane. Ev yek bi awayekî zelal tepeserkirina sîstematîk a azadiya raman û derbirînê nîşan dide.

Dozên ku hatine vekirin, lêpirsînên ku hatine destpêkirin û cezayên ku hatine dayîn careke din eşkere kirine ku çawa dadwerî bûye amûrek di krîmînalîzekirina rojnamegeriyê de. Zîhniyetek ku sînorên desthilata siyasî dide pêş, li şûna berjewendiya giştî, berdewam dike ku rojnamevanan ji ber erkê wan ê agahdarkirina raya giştî ceza bike.

Lêpirsînên li dijî Mudura Nûçeyan a JINNEWS’ê Oznur Deger û edîtora JINNEWS’ê Dîlan Babat, ku mirina Rojîn Kabaiş şopandin û kirin nûçe, asta zexta li ser çapemeniyê eşkere kir. Rojnamevanên ku ji ber nûçeyên li ser şîdeta li dijî jinan bi ‘hedefgirtin’ û “belavkirina agahiyên şaş” têne tawanbarkirin, bi rêya astengkirinên hem qanûnî û hem jî dîjîtal hatin bêdengkirin. Biryara Dadgeha Cezayê Sulhê ya 2’yemîn a Wanê ya astengkirina gihîştina 86 hesabên dîjîtal û bi sedan nûçeyan wekî nîşanek eşkere ya sîstematîkbûna sansurê bû.

Qedexeyên gihîştinê yên li ser hesabên medyaya dîjîtal, girtina malperên nûçeyan û rakirina naverokê nîşan didin ku sansûr di qada dîjîtal de bûye tiştekî asayî.

Di hefteya dawî ya Cotmehê de, Daîreya Cezayê ya 22’yemîn a Dadgeha Herêmî ya Enqereyê cezayê 6 sal û 3 meh ê girtîgehê yê li heft rojnamevanan, tevî nûçegihana Ajansa Mezopotamyayê Diren Yurtsever, Mudura Nûçeyan a JINNEWS’ê Oznur Deger û rojnamevan Zemo Aggoz, pesend kir. Vê yekê careke din nêzîkatiya dadweriyê ya ji bo binavkirina rojnamegeriyê ya wekî ‘sûc’ eşkere kir.

Ev biryar çavtirsandineke eşkere ya li dijî rojnamevanan e. Çalakiya rojnamevaniyê gav bi gav tê cezakirin.

Êrîş û gefên li dijî rojnamevanên ku nûçeyan dişopînin bê ceza dimînin. Ev ne tenê meseleya ewlehiya takekesan e; di heman demê de binpêkirina mafê gihîştina agahiyan a di qada giştî de ye. Tundûtûjî li dijî rojnamevanan bûye rêbazek çavtirsandinê. Dewlet ne naveroka nûçeyê, lê nivîskarên ku wê eşkere dikin hedef digire.

Tevî van hemû zextan, rojnamevan bi hevgirtin û israr li ser rastiyê pîşeya xwe didomînin. Sansur, çavtirsandin û ceza nikarin kesên ku mafê raya giştî yê agahdarkirinê diparêzin rawestînin. Nivîsandina rastiyê hîn jî teşeyekî berxwedanê yê li dijî zordariyê ye. Têkoşîna ji bo azadiya çapemeniyê, tevî hemû astengiyan, hîn jî dengê rastiyê ye.

DANEYÊN ÎSTATÎKÎ YÊN BINPÊKIRINA MAFÊN JINÊN ROJNAMEGER ÊN MEHA ÎLONA SALA 2025’AN  

1) BINPÊKIRINA MAFÊN EWLEHÎ Û MAFÊ JIYANÊ YA ROJNAMEGERAN

Yên êriş li wan hatine kirinRojnameger1
Weşan
Rojnamegerên hatine kuştin
Rojnemegerên bi ser mala wan de hatine girtin
Rojnamegerên hatine binçavkirin
Rojnamegerên hatine girtin
Rojnamegerên ji bo îfadeyê gazî wan hatine kirin1
Rojnamegerên bi mûameleya ne baş rû bi rû mane2
Rojnamegerên gef li wan hatine xwarin2
Rojnamegerên şopandina wan a nûçeyan hatiye astengkirin3
Binpêkirina mafên li girtîgehan

2) BINPÊKIRINA MAFÊN RAVEKIRIN Û RAMANÊ YA ROJNAMEGERAN

Rojnamegerên lêpirsîn li wan hatine vekirin4
Rojnamegerên doz li wan hatine vekirin1
Rojnamegerên hatine cezakirinHejmara Kesan5
Cezayê girtîgehê3 sal 4 meh û 15 roj
Cezayê pere7.080 TL
Rojnamegerên darizandina wan didominHejmara dosyayê9
Hejmara kesan12
Hejmara rojnamegerên girtî (Ji 4’ê Çileya 2023’yan heta niha )4

3) BINPÊKIRINA MAFÊN ABORÎ/CIVAKÎ YÊN ROJNAMEGERAN

Rojnamegerên dawî li karê wan hatine anîn
Rojnamegerên qerta wan a çapemeniyê hatine betalkirin

4) ASTENGKIRINA MECRAYÊN ÎNTERNET-MEDYAYA DÎJÎTAL

Sîteyên hatine girtin
Hesabê medyaya dîjîtal ên hatine girtin
Platformên medyaya dîjîtal ên hatine astengkirin

LÎSTEYA ROJNAMEGERÊN GIRTÎ

1.Elif Ersoy – Berpirsa Karê Nivîsê ya Kovara Yururuş

2.Hatice Dûman – Mudura Karê Nivîsê û Xwediya Rojanameya Atilim

3.Ozden Kinik – Xebatkara TRT’yê

4.Perihan Erkilinç – Nûçegîhana Ozgur Gelecek

5.Songul Yucel – Gerînendeya Giştî ya Kovara Onsoz