Malper Navenda Medyayê Bangewazî Hûn nikarin dengê rastiyê qut bikin!
BangewazîMektup VarNavenda Medyayê

Hûn nikarin dengê rastiyê qut bikin!

135

Biryara Dadgeha Herêmî ya Enqerê ya ji bo heft rojnamevanan hatiye dayîn, qonaxek nû ya zexta sîstematîk a li dijî azadiya çapemeniyê û bi taybetî jî li dijî rojnamevanên jin e. Rojnamevanên ku rastiyê eşkere dikin têne cezakirin. Rojnamegerî bi nûçe, wêne, materyalên dîjîtal û nameyan wekî ‘delîlên rêxistinê’ hatiye sûcdarkirin. Ev biryar operasyoneke çavtirsandina siyasî ye ku ji aliyê darazê ve hatiye pêkanîn.

Dadgehê cezayên 6 sal û 3 meh ên girtîgehê yên ku ji Mudura Nûçeyan a JINNEWS Oznur Deger, nûçegihanên Ajansa Mezopotamya (MA) Dîren Yurtsever, Selman Guzelyuz, Emrullah Acar, Zemo Aggoz û rojnameger Denîz Nazlım û Hakan Yalçin re hatine dayîn, hatine pejirandin. Ev êrişa li ser çapemeniya azad hewldanek e, ji bo bêdengkirina pênûsên rojnamevanan, bi taybetî yên jin û fetisandina dengê rastiyê ye.

Nivîsandina rastiyê ne sûc e!

Azadiya çapemeniyê nefesa jinan, gelan û civaka demokratîk e.

Pênûsa heqîqetê nayê bêdengkirin û çapemeniya azad nayê dîlgirtin!

Komeleya Rojnamevanên Jin ên Mezopotamyayê (MKG)