Malper Rapor RAPORA BINPÊKIRINA MAFÊN JINÊN ROJNAMEGER A MEHA ÎLONÊ YA MKG’Ê
RaporRaporên Mehane

RAPORA BINPÊKIRINA MAFÊN JINÊN ROJNAMEGER A MEHA ÎLONÊ YA MKG’Ê

65

NÎŞE: Daneyên di raporê de cihê xwe digirin li gor agahî, belge û raporên; Ajansa Mezopotamyayê, DFG, JINNEWS, Bianet, Evrensel, MLSA Turkey, expressioninterrupted.com, ifade.org.tr @engelliweb, freewebturkey.com, hatine berhevkirin. Dane dikarin guherbarbin jî.

-Hejmarên bi lêkolîna komeleya me hatine bidestxistin hejmarên herî kêm rave dikin, dane dikare hîn zêde bin jî.

-Hejmara jinên di girtîgehan de yên di raporê de cih digirin nayê wê wateyê ku ev rojnameger di girtîgehan de bin, dikare hatibin girtin û dawiyê hatibin berdan jî.

NIRXANDIN

Di meha îlonê de zext bi awayên curbecur li ser rojnamevanên jin berdewam kirin. Lêpirsîn û dozên li dijî çalakiyên rojnamegeriyê, astengiyên li pêşiya nûçeyan, binçavkirin û girtin, gef û êrîş û sansura dîjîtal qada xebatê ji bo rojnamegeran teng kir.

Geşedanên di tevahiya mehê de nîşan dan, raporên nûçeyan û çalakiyên rojnamegeriyê wekî bingehek ji bo tawanbarkirinê têne bikaranîn. Berdewamiya dozên ku bi salan dom kirine, vekirina dozên nû û berdewamiya fermanên girtinê zexta dadwerî ya berdewam li ser rojnamevanan nîşan da.

Astengiyên li qadê şert û mercên xebatê ji bo rojnamevanan jî dijwar kirin. Destwerdana li ser nûçeyan, dûrxistina rojnamevanan ji qadê, gef û êrîş nîşan dan ku gihîştina nûçeyan her diçe sînordar dibe.

Di meha îlonê de, qada dîjîtal jî yek ji wan deveran bû ku zext lê zêde bûn. Gihîştina platformên dîjîtal ên gelek koman, di nav de hesabên kesane yên rojnamevanan, rêxistinên nûçeyan, rêxistinên jinan û parêzvanên mafên mirovan, hate astengkirin. Vê yekê di heman demê de gihîştina raya giştî ya agahdariyê jî sînordar kir.

Zextên li ser rojnamevanan li cihên kar jî berdewam kirin. Ji kar derxistin, destdirêjî û şert û mercên nebaş ên xebatê ji bo jinan dijwar kir ku hebûna xwe di çapemeniyê de bidomînin.

Bûyerên meha îlonê nîşan didin rojnamevan dema nûçeyan çêdikin, li qadê dixebitin, di bin pêvajoyên qanûnî de dimînin û di qada dîjîtal de di bin zextê de ne. Binpêkirinên mafên mirovan ên li dijî rojnamevanan nikarin ji azadiya çapemeniyê û mafê raya giştî yê agahdarkirinê werin veqetandin.

Divê darizandin û çavtirsandina rojnamevanan ên ji ber çalakiyên wan ên pîşeyî, astengkirina weşana nûçeyên wan û girtina platformên wan ên dîjîtal bi dawî bibe. Divê rojnamevanên girtî werin berdan û hemû astengiyên li pêşiya rojnamevanan werin rakirin.

Komeleya Rojnamegerên Jin a Mezopotamyayê (MKG)

Îlona 2026’an

  1. DANEYÊN ÎSTATÎK ÊN RAPORA BINPÊKIRINA MAFÊN JINÊN ROJNAMEGER A SALA 2026’AN
Rojnamegerên êriş li wan hatine kirin  Rojnameger3
Weşan 
Rojnamegerên hatin kuştin 
Rojnamegerên bi ser mala wan de hat girtin2
Rojnamegerên hatin binçavkirin3
Rojnamegerên ji bo îfadeyê bang li wan hat kirin 
Rojnamegerên hatin girtin2
Rojnamegerên bi muameleya ne baş rû bi rû man1
Rojnamegerên gef li wan hat xwarin1
Rojnamegerên şopandina nûçeyan wan hatin astengkirin3
Binpêkirina mafên rojnamegeran ên li girtîgehan1
  • BINPÊKIRINA MAFÊN RAMAN Û AZADIYA RAMANÊ YA ROJNAMEGERAN
Rojnamegerên derbarê wan de lêpirsîn hat destpêkirin 
Rojnamegerên derbarê wan de doz hat vekirin3
Rojnamegerên hatin cezakirinHejmara Kesan2
Cezayê hepsê6 sal5 meh 24 roj
Cezayê pere 
Rojnamegerên darizandina wan didominHejmara dosyayê14
Hejmara kesan36
Hejmara rojnamegrên girtî (Ji 1’ê Îlona 2026’an heta niha)9

3) BINPÊKIRINA MAFÊN ABORÎ/CIVAKÎ YA JINÊN ROJNAMEGER

Rojnamegerên karê wan hatin bidawîkirin3
Rojnamegerên qertên wan ên çapemeniyê hatin betalkirin 
  • ASTENGIYÊN LI SER ÎNTERNET/MEDYAYA DÎJÎTAL
Sîteyên hatine girtin4
Hesabên medyaya dîjîtal ên hatine girtin 
Naveroka medyaya civakî ya hatiye astengkirin 
Platfromên Medyaya Dîjîtal ên Hatine AstengkirinHerî kêm 810
Naverok an Nûçeyên Hatine Astengkirin 

Nûçeyên hatine astengkirin                                                                                      15           

LÎSTEYA ROJNAMEGERÊN GIRTÎ

1.Derya Okatan-Rojnameger

2.Hatice Duman – Mudura Karê Nivîsê û Xwediya Rojnameya Atilimê

3.Nadiye Gurbuz – Edîtora Ajansa Nûçeyan a Etkinê (ETHA)

4.Ozden Kinik – Xebatkara TRT’yê

5.Oya Lale Ozan Arslan-Rojnameger

6-Yelis Ayaz – Xwediya Sîteya Înternetê ya Aydinpostê

7-Songul Yucel – Derhênera Weşana Giştî ya Kovara Onsozê

8-Fatma Sibel Gurcihan – Rojnameger

9-Îrem Delice  – Nûçegîhana Rojnameya Dengeyê ya Aydinê

10-Tugba Tekerek-Rojnameger

NÎŞE: Di nava meha îlonê de Pinar Gayip û Elif Bayburt tehliye bûn, Oya Lale Ozan Arslan, Tugba Tekerek jî hatin girtin. Derya Okatan jî di 2’yê Cotmehê de hat girtin.