Em krîmînalîzekirina çalakiyên rojnamegeriyê û hedefgirtina hevkara me Sema Bingol qebûl nakin.
Nûçeyên ku rojnamevanek dişopîne, civînên çapemeniyê yên ku ew dişopînin, çalakiyên 1’ê Gulanê û çalakiyên civakî hemî beşên xwezayî yên karê rojnamegeriyê ne. Pêşkêşkirina nûçeyên wekî ‘qeyda sûc’ ne tenê rojnamevanek, lê di heman demê de mafê raya giştî yê agahdarkirinê jî hedef digire.
Em careke din tekez dikin ku em ê hevgirtina xwe li dijî polîtîkayên hedefgirtin û bêrûmetkirina sîstematîk a li dijî rojnamevanên jin xurt bikin û em diyar dikin ku em li kêleka hevkara xwe Sema Bingol in.