Malper Rapor RAPORA BINPÊKIRINA MAFÊN JINÊN ROJANEMGER A MEHA HEZÎRANA SALA 2025’AN
RaporRaporên Mehane

RAPORA BINPÊKIRINA MAFÊN JINÊN ROJANEMGER A MEHA HEZÎRANA SALA 2025’AN

69
NIRXANDIN

Rapora Hezîrana 2025’an careke din nişan dide ku binpêkirinên mafên piralî yên ku rojnamevanên jin di warê azadiya raman û çapemeniyê de pê re rû bi rû dimînin berdewam dikin û çalakiyên wan ên rojnamegeriyê têne krîmînalîzekirin û tepeserkirin.

Bûyerên binçavkirin, girtin, serdegirtin û gefxwarina rojnamevanan di tevahiya mehê de ji aliyê mafê jiyan û ewlehiya rojnamevanan ve wêneyekî xemgîn nîşan didin. Bûyerên ku di raporê de cih digirin nîşan didin ku rojnamevan ne tenê di dema nûçeyan de, lê di heman demê de ji ber nivîsên xwe yên medyaya dîjîtal, hevpeyvîn û lêkolînên dozê jî tên darizandin û di hin rewşan de giliyên wan ji ber hinceta nebûna delîlan têne redkirin.

Yek ji bûyerên berbiçav ên vê mehê gefa ku nûçegihana Ajansa Mezopotamyayê Zeynep Dûrgût ji ber raporek dosyayê ku wê çêkiriye lê hatiye xwarin e. Zeynep Dûrgût ji ber dosyayek sûc a ku di sala 2013’an de hatiye kirin û wê piştî salan kiriye nûçe, ji aliyê kesên ku di raporê de navê wan hatiye dayîn ve gef lê hat xwarin û vê rewşê careke din xetereyên ewlehiyê yên ku rojnamevan dema ku mafê xwe yê ragihandina nûçeyan bikar tînin, pê re rû bi rû dimînin eşkere kiriye. Zêdebûna gef û zextên li ser rojnamevanan nahêle ku ew bi ewlehî pîşeya xwe bikin û rasterast bandorê li mafê raya giştî yê wergirtina nûçeyan dike.

Di binpêkirinên azadiya raman û derbirînê de, dozên li dijî rojnamevanan hatine vekirin, cezayên girtîgehê yên hatine dayîn û darizandinên berdewam nîşan didin ku daraz rojnamegeriyê wekî amûrek zextê bikar tîne. Rastiya ku nûçe û nivîsên medyaya civakî, ku divê di çarçoveya azadiya çapemeniyê de werin nirxandin, wekî hêmanên sûc têne hesibandin û dibin mijara dozê, nîşan dide ku azadiya derbirînê bi awayekî sîstematîk tê binpêkirin.

Di warê mafên aborî û civakî de, jikarderxistina rojnamevanên ku di VOA Kurdî de dixebitîn careke din bandora karên ne ewle ya di sektorê de ya li ser rojnamevanan nîşan dide.

Wekî MKG, tekezkirina ku daneyên di raporê de “mîna herî kêm temsîl dikin” jî asta binpêkirinên nedîtî tîne bîra me û pêwîstiya parastina mafên bingehîn ên rojnamevanan, bi taybetî ewlehiya wan, azadiya derbirînê û mafê xebatê, eşkere dike. Bidawîanîna astengiyên li pêşiya mafê rojnamevanan ê ragihandina nûçeyan, bidawîanîna siyaseta bêcezatiyê, lêpirsîna binpêkirinên mafan a bi awayekî eşkere di nav şertên civakek demokratîk de ne.

Ji bilî destwerdana fizîkî û gefên ku rojnamevan dema nûçeyan dişopînin li wan tên xwarin, tê dîtin ku polîtîkayên çavtirsandinê bi girtin û darizandinê berdewam dikin. Em banga xwe ji hemî sazî û civakê re dubare dikin ku dawî li binpêkirinên azadiya çapemenî û îfadeyê bînin, mafên rojnamevanan biparêzin û li dijî siyaseta bêcezatiyê têkoşînek bi bandor bidin.

DANEYÊN ÎSTATÎKÎ YÊN BINPÊKIRINA MAFÊN JINÊN ROJNAMEGER A MEHA HEZÎRANA SALA 2025’AN    

1) BINPÊKIRINA MAFÊN EWLEHÎ Û JIYANÊ YA ROJNAMEGERAN  

Yên êriş li wan hatine kirinRojnameger2
Weşan1
Rojnamegerên hatine kuştin 
Rojnamegerên bi ser mala wan de hatine girtin3 
Rojnamegerên hatine binçavkirin7 
Rojnamegerên hatine girtin2 
Rojnamegerên ji bo îfadeyê bang wan hatine kirin 
Rojnamegerên bi muameleya ne baş rû bi rû mane2 
Rojnamegerên gef li wan hatine xwarin 3 
Rojnmegerên şopandina wan a nûçeyan hatine astengkirin2 
Binpêkirina mafên li girtîgehan2 

2) BINPÊKIRINA MAFÊ AZADÎ Û RAMANÊ YA ROJNAMEGERAN

Rojnamegerên derbarê wan de lêpirsîn hat vekirin2 
Rojnamegerên derbarê wan de doz hat vekirin 
Rojnamegerên hatin cezakirinHejmara kesan1
Cezayê girtîgehê2 sal û mehek
Cezayê pere
Rojnamegerên darizandina wan didominHejmara dosyayan10
Hejmara kesan11
Hejmara rojnamegerên girtî (Ji 4’ê Çileya 2023’yan heta niha)7 

3) BINPÊKIRINA MAFÊN ABORÎ/CIVAKÎ YA ROJNAMEGERAN

Rojnamegerên dawî li karê wan hat anîn1
Rojnamegerên qerta wan a çapemeniyê hat betalkirin1

4) ASTENGKIRINA QADÊN ÎNTERNET-MEDYAYA DÎJÎTAL

Sîteyên hatine girtin
Hesabên medyaya dîjîtal ên hatine girtin
Platformên medyaya dîjîtal ên hatine astengkirin

LÎSTEYA ROJNAMEGERÊN GIRTÎ

  1. Dicle Başturk – Rojnameger
  2. Elif Ersoy – Berpirsa Karê Nivîsê ya Kovara Yuruyuş
  3. Eylem Emel Yilmaz – Rojnameger
  4. Hatice Duman – Mudura Karê Nivîsê û Xwediya Rojnameya Atilim
  5. Ozden Kinik – Xebatkara TRT’ê ya berê
  6.  Perihan Erkilinç – Nûçegîhana Ozgur Gelecek     
  7. Songul Yucel – Derhênera Weşana Giştî ya Kovara Onsoz