Malper Rapor Rapora binpêkirina mafan a meha nîsanê
RaporRaporên Mehane

Rapora binpêkirina mafan a meha nîsanê

34

NÎŞE: Daneyên di raporê de cihê xwe digirin li gor agahî, belge û raporên; Ajansa Mezopotamyayê, DFG, JINNEWS, Bianet, Evrensel, MLSA Turkey, expressioninterrupted.com, ifade.org.tr @engelliweb, freewebturkey.com, hatine berhevkirin. Dane dikarin guherbarbin jî.

-Hejmarên bi lêkolîna komeleya me hatine bidestxistin hejmarên herî kêm rave dikin, dane dikare hîn zêde bin jî.

-Hejmara jinên di girtîgehan de yên di raporê de cih digirin nayê wê wateyê ku ev rojnameger di girtîgehan de bin, dikare hatibin girtin û dawiyê hatibin berdan jî.

Di Nîsana 2026’an de, binpêkirinên mafên mirovan ên li dijî rojnamevanên jin bi awayekî piralî û sîstematîk berdewam kirin. Daneyên ku di raporê de hatine nîşandan eşkere kirin ku rojnamevan hem li qadê, bi rêya mekanîzmayên dadwerî û hem jî di qada dîjîtal de zext li wan hatine kirin.

Her çend êrîşên rasterast ên fîzîkî û pêlên binçavkirinên giran di meha nîsanê de sînordar xuya dikirin jî, astengkirina şopandina nûçeyan a rojnamevanan, gefên li dijî wan û jiholêrakirina mafê wan ê pirsan binpêkirinên berbiçav bûn. Bi taybetî, biryarên ku beriya 1’ê Gulanê hatine girtin da ku rê li ber ketina rojnameyan a ji bo herêmê bigirin û tepeserkirina fîzîkî ya lêpirsîna rojnamevanekî ya li parlamentoyê nîşan da ku çalakiyên çapemeniyê rasterast hatine hedefgirtin.

Di vê pêvajoyê de, gef û destdirêjiyên li ser bingeha zayendî li dijî rojnamevanan berdewam kirin. Gefxwarin û destdirêjiya devkî ya li dijî, Gerînendeya Nûçeyan a JINNEWS û Seroka Şaxa me ya Wanê, Oznur Deger a di hevpeyvînek li kolanê de, careke din rîskên ku rojnamevanên li qadê dixebitin pê re rû bi rû dimînin, eşkere kirin.

Cezayê 6 sal û 3 meh ê girtîgehê ku bi tohmeta “endamtiya rêxistinê” li rojnameger Hamdiye Çiftçi Oksuz hatiye birîn, mînakek berbiçav a krîmînalîzekirina rojnamegeriyê ya bi rêya pergala dadwerî ye.

Di warê azadiya derbirînê de, zexta dadwerî di meha nîsanê de bi awayekî berbiçav berdewam kir. Gelek rojnamevan bi tohmetên wekî “endamtiya rêxistinê”, “propagandaya rêxistinê”, “heqaret” û “rûreşkirina dewletê” bi lêpirsîn û darizandinan rû bi rû man. Hejmara zêde ya dozên berdewam û rojnamevanên ku têne darizandin nîşan dide ku dadwerî veguheriye amûrek zextê; cezayên girtîgehê yên hatine birîn nîşan didin, çalakiyên rojnamegeriyê tên krîmînalîzekirin.

Berdewamiya ji nû ve darizandinan û dubarekirina cezayan, nemaze tevî biryarên binpêkirinan ên Dadgeha Destûrî, wekî delîlên girîng derdikevin pêş ku biryarên dadwerî bi awayekî sîstematîk li dijî rojnamevanan têne sepandin.

Bûyerên di warê medyaya dîjîtal de şêweyên nû yên sansurê eşkere kirin. Di meha nîsanê de, hesabên medyaya dîjîtal ên gelek rojnamevanan hatin astengkirin, platformên nûçeyan hatin girtin û gihîştina gelek gotarên nûçeyan hate sînordarkirin. Ev yek êrîşek rasterast a li ser mafê gihîştina agahdariyê nîşan dide. Tedbîrên astengkirinê yên ku hatine sepandin, nemaze yên li ser daxwaza Desteya Teknolojiyên Agahdarî û Ragihandinê (BTK) û qedexeyên ku bi hinceta Qanûna Hejmara 5651’ê hatine danîn, nîşan didin ku tê xwestin qada dîjîtal jî di bin kontrolê de were girtin.

Ji aliyekî din ve, nebûna binpêkirinên tomarbûyî yên di warên mafên aborî û civakî de nîşan dide ku şêweyê tepeserkirinê guheriye. Li şûna jikarderxistina rasterast an betalkirina kartan, tê xwestin rojnameger bi rêya mekanîzmayên daraz û sansurê nexebitin.

Daneyên meha nîsanê eşkere kirin ku zextên li ser rojnamevanan ne bûyerek tenê ye, lê siyasetek piralî û berdewam e. Di vê pêvajoyê de, ku astengkirina li qadê, krîmînalîzekirina bi rêbazên qanûnî û sansura dîjîtal di heman demê de têne bikaranîn, rojnamevan hem di mafê xwe yê pratîkkirina pîşeyê û hem jî di mafê xwe yê agahdarkirina raya giştî de bi binpêkirinên cidî re rû bi rû dimînin.

Komeleya Rojnamegerên Jin a Mezopotamyayê (MKG)

Nîsana 2026’an

  1. DANEYÊN ÎSTATÎK ÊN RAPORA BINPÊKIRINA MAFÊN JINÊN ROJNAMEGER A SALA 2026’AN
Rojnamegerên êriş li wan hatine kirin  Rojnameger
Weşan2
Rojnamegerên hatin kuştin
Rojnamegerên bi ser mala wan de hat girtin 
Rojnamegerên hatin binçavkirin 
Rojnamegerên ji bo îfadeyê bang li wan hat kirin 
Rojnamegerên hatin girtin 
Rojnamegerên bi muameleya ne baş rû bi rû man 
Rojnamegerên gef li wan hat xwarin1
Rojnamegerên şopandina nûçeyan wan hatin astengkirin2
Binpêkirina mafên rojnamegeran ên li girtîgehan 
  • BINPÊKIRINA MAFÊN RAMAN Û AZADIYA RAMANÊ YA ROJNAMEGERAN
Rojnamegerên derbarê wan de lêpirsîn hat destpêkirin2
Rojnamegerên derbarê wan de doz hat vekirin1
Rojnamegerên hatin cezakirinHejmara Kesan2
Cezayê hepsê7 sal 6 meh
Cezayê pere 
Rojnamegerên darizandina wan didominHejmara dosyayê12
Hejmara kesan34
Hejmara rojnamegrên girtî (Ji 4’ê Çileya 2023’yan heta niha)5

3) BINPÊKIRINA MAFÊN ABORÎ/CIVAKÎ YA JINÊN ROJNAMEGER

Rojnamegerên karê wan hatin bidawîkirin
Rojnamegerên qertên wan ên çapemeniyê hatin betalkirin

4) ASTENGIYÊN LI SER ÎNTERNET/MEDYAYA DÎJÎTAL

Sîteyên hatine girtin 
Hesabên medyaya dîjîtal ên hatine girtin 
Naveroka medyaya civakî ya hatiye astengkirin3
 16
  

LÎSTEYA ROJNAMEGERÊN GIRTÎ

1.Elif Bayburt – Nûçegîhana Ajansa Nûçeyan a Etkînê (ETHA)

2.Hatice Duman – Mudura Karê Nivîsê û Xwediya Rojnameya Atilimê

3.Nadiye Gurbuz – Edîtora Ajansa Nûçeyan a Etkinê (ETHA)

4.Ozden Kinik – Xebatkara TRT’yê

5.Pinar Gayip – Edîtora Ajansa Nûçeyan a Etkînê (ETHA)